Hevserok Şevîn Alaca anîn edliyeyê 2020-10-08 12:04:51   QERS - Hevseroka Şaredariya Qersê ya ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin û ev 8 roj in di bin çavan de ye anîn dozgeriyê.    Di 1'ê Cotmehê de li Qersê tevî Hevseroka Şaredariya HDP'ê ya Qersê Şevîn Alaca, 21 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 12 jê hatin girtin û 4 kes jî bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan. Ji bo girtina îfadeyê tevî Şevînê 4 kes anîn edliyeyê.