Komxebata ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir 2020-10-08 11:11:35   KOBANÊ - Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê bi dirûşma "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" komxebatek li baxçeyê Ronîwar li dar xist.   Bi dirûşma"Dem dema azadiya Rêber Apo ye" Akademiya Civaka Demokratîk ya herêma Firatê komxebateke di derbarê azadiya Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan de li baxçeyê Ronîwar li dar xist. Hola komxebatê bi wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû xemilandin. Di komxebatê de nêzî 130 mêvan, ji rusipî, endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokatîk amade bûn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Akademiya Civaka Demokratîk sêyemîn komxebat li herêmê li dar dixe. Ya yekemîn li ser civaknasiya bajarê Kobanê, ya duyem şerê taybet û komxebata sêyem jî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, dîwan ji 5 kesan hatin hilbijartin. Paşê Hevserokê Desteya Hundirîn ya herêma Firatê Bozan Xelîl dest bi axaftina vekirina komxebatê kir.   'Dem dema azadî û parastina şoreşê ye'   Bozan da zanîn ku divê ew xwedî li azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derkevin û şoreşa xwe biparêzin û wiha got: "Bi têkoşîneke bêhempa û destkeftiyên me bi dest xistiye, me hêza DIAŞ'ê têk bir û sembola vê têkoşînê jî Kobanê bû. Li beramberî vê têkoşînê dewletên navneteweyî mecbûr man ku pilanên xwe bidin guhertin. Em weke Gelê Kurd di gelek komkujiyan re derbas bûne lê hêz û têkoşîna me xurt bû. Li ser fikir û felsefeya Rêberê Apo me pergala xwe ava kir, bi boneya vê felsefeyê îro me dest bi pêngavekê kiriye ew pêngav jî "Dem dema azadiya Rêber Apo ye". Komploya navneteweyî ya ku di sala 1989'an de bi destên hêzên Emerîka, Rusya, Tirkiye, Yekîtiya Ewrupa û hêzên hegemonîk hatin pilankirin. Divê li hemberî vê rojê em têbikoşin û xwedî li Rêberê Mirovahiyê derkevin."   Paşê Mamoste Îlham Misko perspektîf  li ser rastiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwend.   Komxebat li ser van xalan tên nîqaşkirin:   "*Di Pirsgirêka Kurd dee rastiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.   *Statuya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heta neyê guhertin azadiya kurd nabe.   *Li hember komploya navneteweyî xeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.   *Rastiya Rêbertî û çareseriya Rojhilata Navîn.    *Ji bo çarseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn çareseriya Netewa Demokratîk.    *Parastina Rojhilata Navîn.    *Li hember modernîteya kapîtalîzim li cîhanê çareseriya modernîteya Demokratîk.    *Netewa Demokratîk.   *Ekolojî."   4-Li hember pirsgirêkên dîrokî û nûjen rêya çareseriyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.   Demokrasî.   Ekolojî.   Xweseriya Demokratîk.    Demokrasiya raste rast.   Komxebat dewam dike