Jinên Rojnameger: Rojnamegerî pira di navbera heqîqet û civakê de ye 2020-10-08 09:07:57   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Rojnamegerên jin 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jinên Kurd pîroz kirin û wiha gotin:"Jin bi zanisteke rast û pêşketî di riya çapemeniyê de civakê  li ser bingeheke saxlem  ava dike. Yek ji jinên ku bandor li ser kesayet û nêrîna jinên rojnameger ên li Rojavayê Kurdistanê kir, rojnameger Gurbetelî Ersoz bû. Jinên rojnameger bi pênûs û kameraya xwe bûn şopdarê heqîqetê û di oxira wê de canê xwe jî feda kirin."   Di 7'Cotmeha 1997'an de têkoşera nemir rojnemeger Gurbetelî Ersoz jiyana xwe ji dest da,  mîraseke têr û tijî ji bo tevahî jinên rojnemegerên kurd li pey xwe hişt. Di nava xebatê de têkoşîneke bê hempa di qada rojnemegeriya jina azad de daye meşandin. Gurbetelî Ersoz li dijî zimanê serdest ê ku jinê dûrî qada ragihandinê didît, dikarîbû bi xwe re guhertinên nû ji bo tevahî jinên rojnameger bide avakirin. Têkildarî Roja Rojnamegerên Jinên Kurd rojnemegerên jin yên bajarê Hesekê nêrîna xwe anîn ziman û bi me re parve kirin.    'Jin bi zanisteke rast bingeha civakê saxlem dihêlê'   Nûçegîhana Ajansa Jinnews'ê Sorgul Şêxo derbarê girîngiya ragihandina jinê de wiha nêrîna xwe anî ziman: "Jin bi zanisteke rast û pêşketî di riya çapemeniyê de civaka xwe li ser bingeheke saxlem  ava dike. Wêneyek an jî dîmenek dikare çarenûsa welatan biguhere, ji ber vê yekê jî jin bêhtir di vî alî de hewil dide ku bi xebatên xwe guhertinan çêbike.  Ji mêr zêdetir barê jinên rojnameger ên ku nûçeyan ji civakê re radigihînin, girantir e. Yek ji berpirsên pêşxistina asta zanista civakê, gihandina deng û rengên jinên têkoşer e."   'Rojnemegerî pira di navbera heqîqet û civakê de ye'   Sorgulê di dewamiya axaftina xwe de li ser girêdana rojnemeger û civakê şîrove kir û wiha pê de çû: "Rojnemegerî pira di navbera heqîqet û civakê de ye. Çiqasî rojnemevan û taybet rojnemevanên jin ji heqîqeta ku ji civakê hatibû veşartin, dîroka ku hatibû dizîn bi civakê bide nasîn, ewqasî civak jî nêzî rastiya xwe dibe û lêgerîna wê ya li heqîqetê zêde dibe. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derfet da ku jin bêtir bikaribe di qada çapemeniyê de cih bigire. Asta pêşxistina jinan, guhertina hişmendiya baviksalarî wekî peywirekê dikeve ser milê rojnemevanên jin. Di heman demê de rojnemevanên jin bi nûçe û bernameyên xwe rengê jinê yê rast nîşanî civakê dike."   'Bi dehan jinên rojnemevan bûn şopedarê Gurbetelî Ersoz'    Sorgulê bal kişand ser  bandora rojnameger Gurbeteli Ersoz a di qada çepemeniyê ya li Rojavayê Kurdistanê de û wiha dirêjî da gotina xwe: "Yek ji jinên ku bandor li kesayet û nêrîna jinên rojnemevan li Rojavayê Kurdistanê kir, rojnameger Gurbetelî Ersoz bû. Bi sedan rojnemevan bi pênûs û kamera xwe bûn şopdarê heqîqetê û di oxira wê de canê xwe jî feda kirin. Mînaka wê jî rojnameger Nûjiyan Erhan,  Dilîşan Îbîş û Rûhenda bûn. Ne tenê her sê rêhevalên me bi dehan, di oxira derxistina heqîqetê de bûn şopdarê Gurbetelî Ersoz."   'Jina rojnamevan çavdêriya rastiya civakê ye'   Nûçeghana Ajansa Hawar Henar Ibrahîm salvegera Roja Rojnamegerên Jinên Kurd li tevahî jinên rojnemevan pîroz kir û wiha got:"Dema ku rojnemevaneke jin derdikeve pêşberî kamerayê, bi sekna ku bandorê li civakê bike, pêwîst e ku mirov bizanibe bê çiqasî li hember hişmendiya mêr û civakê şer kiriye. Jina rojnemevan çavdêriya rastiya civakê ye û civakê bi rengê wê dide pêş.”     'Rojnemevan bi pênûs û kameraya xwe her li peyî heqîqetê ne'   Henar êrîşên ku li dijî qada rojnamegeriyê tên kirin bi bîr xist û wiha dom kir: "Êrişên hikumeta AKP’ê û Başûrê Kurdistanê ya li dijî rojnamevanan, ne exlaqî ne. Ew naxwazin ku em rastiyê ji cîhanê re bidin xuyakirin. Li hember vê hişmendiyê dilzosiya bi qada rojnamegeriyê re li pêş e. Rojnemevan bi pênûs û kameraya xwe her li peyî heqîqetê ne. Di dawiyê de hêviya min ew e ku her rojnamevanek bi erka xwe ya exlaqî û bi wijdan rabe û rastiya heyî bi rengê rast ragihînin."