'Divê em ji hemû êrîşan re amadebin' 2020-10-07 18:39:33   KOBANÊ - PYD'ê bi dirûşma "Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina destkeftiyên şoreşê ye" rêzecivînên ji bo pêngavê li pênc taxên cuda  lidarxistin.   Di çarçoveya rêzeçalakiyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê yên di çarçoveya pêngava li dijî êrîşên ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê, civîn li taxa şehîd Xebat, Şehîd Yehya, Şehîd Xebat kar,Şehîd Fîras û şehîd Serhed li dar xistin.    Civîna ku li taxa Şehîd Xebat hatiye lidarxistin, di hundir sahe Kaniyê ya werzîşê çêbû û bi dehan şênî beşdarî bûn. Di destpêkê de deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê hat girtin. Paşê Endama ofisa jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk ya herêma Firatê Hêlîn Haçim di derbarê êrîşên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û perspektîfên pêngavê xwend û bi awayekî berferih şîrove kir.   'Êrîşên heyî berdewamiya Kompiloya Navneteweyî ye'   Hêlînê da zanî ku pêwîste gel xwe bi rêxistin bike û ji hemû rewşan re amade be û wiha got: "Di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîşekî hovane li Girê Spî û Serêkaniyê de pêk hat, di heman demê de ew roj, roja Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'e Abdulah Ocallan bû. Ruxmî ku êrîşekî hovane ji aliyê dewleta tirk û komên girîdayî wê ve ser herêmên me pêk hatin, lê dîsa jî berxwedan û têkoşîneke bê hempa hat meşandin. Her wiha di van deman de em di qonaxeke gelekî hesas re derbas dibin, raste ev 9 salin em di nava şer û pevçonan de dijîn, lê dîsa jî divê gelê me li gor rewşa heyî tevbigerin. Ji ber dewleta tirk hin bi rêya çek êrîşî gelê me dike û di heman demê de di rêya şerê taybet êrîşî Ciwanên me dike û dixweze bi rêya van ciwanan herêmên me dagir bike."   'Dewleta tirk dixwaze bi rêya çeteyên xwe gelê me qir bike'   Hêlînê balkişand ser êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di destpêka 2011'an de Cebhet El- Nusra û paşê artêşa azad êrîşî herêmên me kir, paşê çeteyên DAIŞ yê ku bi serkêşiya dewleta tirk êrîşî herêmên me kirin. Erdogan bi rengekî veşartî alîkariya wan çeteyan dikir. Îro hemû kes dizane ku dewleta tirk bi xwe êrîşî herêmên me dike û dixwaze gel vegerîne wek sala 2011'an. Xuyaye vê carî jî dewleta tirk dixwaze bi rêya çeteyên xwe gelan di komkujiyan re derbas bike. Lê divê em jî amadekariyên xwe bikin, gelê xwe zane bikin û li gor rewşên heyî kar û xebat bidin meşandin."  Civîn bi niqaşan bi dawî bû.