Îtiraza li dijî qedexeya hevdîtina parêzerên Abdullah Ocalan hat redkirin 2020-10-07 15:41:09   STENBOL -  Îtîraza parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo qedexekirina hevdîtina parêzeran a ji bo 6 mehan hat redkirin.    Dadgeha Înfazê ya 2’yemîn a Bûrsayê di 23’ê Îlonê de biryara qedexekirina hevdîtina parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim a ji bo 6 mehan dabû. Hêceta vê qedexeya hevdîtinê jî cezayê hucreyan û “Nexşerêya” Abdullah Ocalan a pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hatibû kirin hat nîşandan.    Parêzerên Abdullah Ocalan, li dijî biryara qedexeyê îtîrazî Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê kir. Dadgehê îtîraza parêzaran bi hêceta “Biryara qedexeyê ne li dijî rêbaz û zagonê ye” red kir.