Ebru Gunay: Tecrîd nîşan dide ku komplo berdewam e 2020-10-07 15:36:27   WAN - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay di panela ku Wanê hatî li darxistin de axivî û got: "Tecrîda li Îmraliyê berdewam dike nîşanî me dide ku komplo berdewam e.   Ji hêla Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li avahiya HDP'ê ya Wanê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan panelek li dar xist. Di panelê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û tecrîdê bişkîne” hat daliqandin. Berdevka HDP'ê Ebru Gunay û endamê Partiya Meclîsê ya HDP'ê Dogan Erbaş tevlî panelê bûn. Bi dehan welatî, hevberdevka Komîsyona Rêxistinbûna Navendî Ozlem Gunduz, cigîrê hevserokên giştî û berpirsê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Umît Dede tevlî panelê bûn.    Ebru Gunay a di panelê de axivî, gotinên Abdullah Ocalan ên "Dagirker dixwazin Rojahilata Navîn ji nû de bi teşe bikin. Yê ku ev lîstika wan deşîfre kir jî ez bûm. Ji ber wê xwestin min tasfiye bikin," bi bîr xistin û wiha berdewam kir, "Tecrîda li Îmraliyê nîşanî me dide ku komplo berdewam dike. Pergaleke îmhayê ye."   'Hemû destkeftiyên li Îmraliyê bi berxwedana gel pêk hatin'   Ebrû wiha berdewam kir, "AKP'ê tecrîdê wekî rêbazeke rêvebirinê bi kar tîne. Tecrîdê şer xwedî kir û şer jî tecrîd xwedî kir. Hemû destkeftiyên li Îmraliyê bi berxwedana gel pêk hatin. Di navbera gel û birêz Ocalan de girêdaneke xurt heye."   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.