Meclisa Ciwanan a HDP'ê bi gel re civîn pêk anî 2020-10-07 14:28:38   ŞIRNEX - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, li Cizîrê di debarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de bi gel re civîn pêk anî.      Di pêşengiya Meclîsa Ciwanên a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de di 15'ê Hezîranê de kampanyaya bi dirûşma "Bikeve Tevgerê" hatibû destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de di debarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li Eywana avahiya  HDP'ê ya navçeya Cizîra Şirnexê bi gel re hevdîtin hat kirin.    Parlamenterên HDP'ê Dersîm Dag, Nuran Îmîr û Omer Ocalan,  aktîvîstên TJA'yê  endam û rêvebirên navend û navçeyan, ciwan  û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn. Li eywana ku civîn hat lidarxistin pankara "Tecrît Qirkirina Civakê ye, Li Dijî Qirkirina Civakê Rabe Ser Piyan" hat daliqandin.   ‘Em ê vê mehê li ser tecrîdê biaxivin’   Bername bi rêzgirtinê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê Dersîm Dag a HDP’yî axivî û bal kişand ser kampanayaya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ku di 15’ê Hezîranê de hatibû destpêkirin. Dêrsim wiha got:“Ev kampanya me li dijî polîtîqayên şerên taybet, destdirêjî û tecawiza li jinan û ji bo ku em ziman û çanda xwe biparêzin me daye destpêkirin. Ev kampanyaya me dê heta meha Sibata 21'ê berdewam bike. Di çarçoveya vê kampanyayê de em ê her meh li ser mijarekê bernameyê çêbikin. Mijara meha Cotmehê jî destpêka komploya navneteweyî ye. Em ê di meha Cotmehê de li ser mijarên tecrît û şerên taybet nirxandinan bikin. Em ê îro li vir li ser tecrîd û girtîgehan biaxivin û nêrînên xwe bînin ziman. Em ê bandora tecrîdê ya li ser gel binirxînin.”   Bername piştre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.