Yekîtiya Jinên Sosyalîst bertek nîşanî binçavkirinan da 2020-10-07 14:21:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da û gotin dê sosyalîst têkoşîna xwe geş bikin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat meşandin de, polîsan li Stenbolê li dijî Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) û Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) operasyon pêk anî û bi ser malan de girtin. Di sergirtinan de polîsan Hevseroka SDGF’ê Alev Ozkîraz, hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî di nav de gelek kes binçav kirin. Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) ji ber binçavkirina sosyalîst û rojnamegeran daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Xebatkarên ESP, SGDF û ETHA’yê dibin hedefa destgîrkirinan. Rejîma qesrê ya faşîst a niha jî dixwaze bi zext û destgîrkirinan sosyalîstan bitirsîne. Di van êrîşan de jinên sosyalîst dibin hedef û dixwazin pêşiya têkoşînê bibirin. Li ser Gelê Kurd û bindestên din her roj êrîşên rejîma faşîst heye. Ji bo jiyaneke wekhev û azad wê sosyalîstên şoreşger têkoşîna xwe bi awayekî geş bidomînin.”   Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê banga protestokirina binçavkirinan û geşkirina hevgirtinan jinan kir.