Jinên Rojnameger: Bi saya rojnamegerên jin zimanê serdest ê mêr diguhere 2020-10-07 10:41:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Şopdarên Gurbeteli Ersoz Roja Rojnamegerên Jinên Kurd bi têkoşîn û serîhildaneke mezin pêşwazî dikin. Jinên rojnameger soza bilindkirina asta weşana jinê dan û anîn ziman ku ew ê li dijî zihniyeta mêr nivîsandina bi pênûsa jinê bidomînin. Jinên rojnameger gotin:"Em çav, guh, dil, rih û bedana hemû jinan e."   Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbeteli Ersoz di heman demê di dîroka çapemeniyê de li Tirkiyeyê jina yekem a gerînendeya weşana giştî ye. Gurbeteli ji rojnamegerên rêya wê dişopînin re wekî mîrate têkoşîna jinê û lêgerîna heqîqetê hişt. 7'ê Cotmehê roja şehadeta Gurbeteli Ersoz Roja Rojnamegerên Jinên Kurd tê pîrozkirin. Jinên rojnameger tevî hemû zext, binçavkirin, girtinan pênûsa Gurbeteli li erdê nehiştin.    Jinên rojnameger wateya Roja Rojnamegerên jin û zehmetiyên dibînin rave kirin.    'Medyaya alîgir jinên rojnameger wekî meta bi kar tîne'   Nûçegîhana ANHA'yê Şervîn Mistefa diyar kir ku feraseta jinê di nava çar dîwaran de asê dihêle, biçûk dixe, qetil dike, rol û mîsyonekê li ser jinê bar nake, nahêle biaxive dewam dike û wiha got:"Rojnamegeriya jinê jî vê ferasetê teşhîr dike. Jinên rojnameger ji bo rastiya jinê derdixe gelekî têdikoşe lê ji bo vê yekê jî êriş li wan tên kirin. Jinên rojnameger bi zimanê ku bi kar tînin hewil didin jinê biparêzin. Zihniyeta baviksalarî ya bi salane didome hîn di hafizaya jinê û civakê de ye. Lê belê jin û civak dema ku xwe zanibin ev zihniyet wê demê ew ê têk biçe. Medyaya alîgir jinên rojnameger wekî meta bi kar tîne. Medyaya alîgir bi nûçeyên ku çêdike kuştinên jinan û tundiya li ser jinê rewa dike. Lê belê em li dijî zihniyeta jinê tune dihesibîne û mêr esas digire şer dikin. Me li vir raporek li ser tundiya li ser jinê amade kir û em ê di demekê de parve bikin. Ev ji bo berpirsiyartiyek e."   'Em bûn şahidê serîhildanê'   Şervînê da zanîn ku ew bûye şahidê Şoreşa Rojava û wiha got."Qansî em bûn şahidê êşa şer em di heman demê de bûn şahidê serîhildanê jî. Me hemû tişt ji nêz ve şopand û tiştên ku me nivîsand di dîrokê de cihê xwe girt. Em bi vêya serbilind in. Ya ji bo me girîng ew e ku gel ji rastiyan agahdar be. Hinek hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Xebata li cihê şer dijwar e lê belê şahidiya êşa gel, serîhildanê, têkoşîn û serfiraziyê ji bo em bi ser bikevin dibin alîkar."   'Polîtîkayên çewisandinê didomin'   Edîtora Servîsa Kurdî ya Jinnews'ê Roza Metîna 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin pîroz kir û wiha got:"Rojnamegerên jinên kurd ên ku bi pênûsa xwe ya xurt derketin ser rê niha li cihekî baş in. Rojnamegerên jin binpêkirina mafan û mekanîzmayên zextê yên di çarçoveya polîtikayên şerê taybet de rû didin teşhîr dikin. Sîstema ku sekna bi biryar û mafdar a li dijî van polîtikayan hezim nake bi rêya polîtikayên çewisandinê êriş dike. Rojnamegerê avêtina ji helîkopterê ya Servet Turgut û Osman Şîban kir belge hatin binçavkirin. Rojnamegerên binpêkirina mafan a dewletê teşhîr dike bi binçavkirin, girtin, jikardûrxistin, zext û zordestiyê tên cezakirin."   'Em ê serî netewînin'   Rozayê wiha dewam kir:"Li gor rihê 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jinên Kurd a ku ji Gurbetelî wekî mîrateyekê ji me re ma divê em nîşan bidin ku ew ê îradeya bi hêz tu carî têk neçe. Di vê pêvajoya dijwar de divê em hîn bêtir li dijî zihniyeta yekperest, dijiminê jinê, baviksalarî bisekinin. Em têkoşîna jinên di vê oxirê de gihaştin şehadetê yên bi navê Şîlan Aras, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Dilîşan Îbiş ji xwe re wekî felsefeya jiyanê dibînin û em dibêjin em ê serî netewînin"   'Bi saya rojnamegerên jin zimanê serdest ê mêr diguhere'   Pêşkeşvana Medya Tv'yê Heval Nesrîn Aslan da zanîn ku jinên rojnameger têkoşîneke cidî didin û di warê rojanemgeriya jinê de rêyek baş derbas kirin û wiha got:"Bandoreke girîng a jinên kurd ji bo pêşketina rojnameriya jinê heye. Ev têkoşîna bandorekê li ser zimanê medyayê jî dike. Weşaneke xurtir tundiya li ser jinê teşhîr dike. Di nûçeyên bi aqilê mêr hatine nivîsandin de jin di rûpelên sêyemîn ên rojnameyan de cihê xwe digirin. Ji bo zimanê mêr biguherin me pir li berxwe da."   'Em rojnamegerên serhildêr in'   Nûçegîhana Aryen Tv'yê Rojbîn Denîz wiha got:"Heqîqet ku şer li Kurdistanê ava kiriye heye. Ev heqîket ew e ku niha Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye. Loma di nava van şerdan de rojnamegerî pîşeyekî gelekî dijwar e. Em wekî jin tenê wekî nûçeyekê li nûçeyan nanêrin. Çimkî êşên ku li ser welatê me yê dagirkirî rû didin gelekî mezin in. Di nava vê pêvajoyê de têkoşîna jinê jî girîng e. Em rojnamegerên serhildêr in."   'Em ê li dijî zihniyeta mêr nivîsandina bi pênûsa jinê bidomînin'   Nûçegîhana Aryen Tv'yê Denîz da zanîn ku bi saya çapemeniya azad rojnamegeriya jinê jî  pêş ket û wiha got:"Feraset jinê biçûk dibîne heye. Di nava xebatên polîtîk de gelek carî em nêzîkatiyeke zayendperest dibînin. Em bi têkoşîna xwe serî bi gelek zordestiyan derdixin. Em li dijî êrişên li ser welatê me bi hêrs in. Em ê li dijî zihniyeta mêr nivîsandina bi pênûsa jinê bidomînin. Em çav, guh, dil, rih û bedana hemû jinan e. Baweriya me ew ê vê zihniyeta serdest têk bibe."