'Rêxistina jinên ciwan serkeftinên şoreşa jinê mayinde dike' 2020-10-07 09:17:02   Rojda Seyîtxan   QAMIŞLO - Jinên ciwan yên ku tevlî Kongreya Tevgera Jinên Ciwan bûn, derbarê pêşveçûnê kogreyê de wiha gotin: ”Jinên ciwan sembola hemû jinên têkoşînvan in, di hemû qadên şoreşê de pêşeng bûn û dikarîbûn beşeke girîng ji erkê şoreşê bigirin ser milê xwe. Rêxistina jinên ciwan serkeftinên şoreşa jinê mayinde dike.”    Tevgera Jinên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma “Rêxistinkirina jinên ciwan têkbirina dagirkeriyê ye” 4’emîn kongreya xwe li dar xist. Kongreya ku  bi tevlîbûna 550 delegeyên jin pêş ve diçe li ser mijarên girîng ên xwerêxistinkirina jinên ciwan didome. Derbarê kongreyê de jinên ciwan yên ku tevlî kongreye bûne nêrîna xwe anîn ziman û bi me re parve kirin.   'Rêxistinkirina jinên ciwan serkeftinên şoreşa jinê mayinde dike'   Ji Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê Ferîde Nazdar 4’e mîn Kongreya Tevgera Jinên Ciwan pîroz kir û wiha got: ”Îro lidarxistina vê kongreyê di rewşeke ewqas hesas de pir girîng e. Li gor vê rewşa aloz pêwist e hîn zêdetir em xwe xurt bikin û li dijî pilanên dagirkeran bi hêz bin. Em ê siyaseta ku îro li ser ciwanan tê meşandin vala derbixin. Rêxistinkirina jinên ciwan serkeftina şoreşa jinê mayinde dike.”     'Jinên ciwan beşeke girîng a ji erka şoreşê girtin ser milê xwe'   Ferîde li ser têkoşîna jinên ciwan a li dijî êrîşan wiha nêrîna xwe anî ziman: “Li dijî hemû êrîşên ku li ser axa me tên kirin têkoşîneke xurt ji aliyê jinên ciwan ve tê meşandin. Di hemû qadên şoreşê de jinên ciwan pêşeng bûn û dikaribûn beşeke girîng ji erkê şoreşê bigirin ser milê xwe. Kombûna li vê derê jî li ser vê esasê ye, em çiqas dikarin ji pêşerojê re bibin bersiv.”   'Jinên ciwan sembola berxwedanê ne'   Ji Rêveberiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê Nehla Ehmed li ser armanca rêxistina jinên ciwan ev tişt got: ”Jinên ciwan mîna sembola berxwedanê tên pênasekirin. Gelek jinên ciwan di oxira vê şoreşê de ji bo azadiya tevahî jinan canê xwe feda kirin û bûn pira azadiya civakê jî. Her çiqas em bêjin jî gavên serkeftinê zehmet be jî bi îradeyeke xurt em ê vê yekê derbas bikin. Armanca me ew e ku em rihê şoreşgertiyê di nava hemû civakê de li pêş bixin. Pêwist e ji bo azadiyê em her di nava tevgerê de bin. Bi hêviya em bigihêjin serkeftinên hîn mezintir.”