'Kesên ku têkoşîn dikin wê bigihêjin serkeftinê' 2020-10-07 09:09:51   Dilucan Bozî   KOBANÊ - Endama Desteya Rêveber û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen, derbarê binçavkirina endam û rêveberên HDP'ê de nirxandin kir. Bêrîvanê wiha got: "Vîna endam û rêveberên HDP'ê ji ya dewleta tirk xurtir e, ev êrîş ne ya yekê û wê ne ya dawiyê be. Lê li dijî van êrişan wê têkoşîn û berxwedana HDP'ê bi ser bikeve."   Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve di çarçoveya lêpirsîna der barê çalakiyên Kobanê de, biryara binçavkirina 82 kesî hat dayîn. Di operasyona hat destpêkirin de 20 siyasetmedar hatin binçavkirin. Her wiha gelek caran jî êrişî şaredariyên gel jî hat kirin û li şûna wan kesên AKP' yî bi cih kirin. Têkildarî mijarê Endama Desteya Rêveber û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen nirxandin kir.    'Dewleta tirk tengav bûye'   Bêrîvanê wiha dest bi axaftina xwe kir:"Ev demeke dewleta tirk dest bi binçavkirina endam û parlamenterên HDP'ê kiriye, bi hinceta ku van endam û rêveberan di 2014'an de piştgirî dabûn berxwedanan gelê Kobanê. Piştî rizgarkirina Kobanê her roj endamên HDP'ê dihatin binçavkirin û şaredarî dihatin xespkirin. Li şûna kesên ji karên şaredariyan tên avêtin jî dewsa wan hin kesên AKP' yî tên bicihkirin. Şerê Kobanê ne şerekî hêsan bû lê ruxmî wê jî hêza DAIŞ'ê ya ku serkêşiya wî Erdogan bû di dawiyê de têk çû. Kesên ku gelê Kobanê hembêz kirin û xwedî li wan derketin, roj bi roj berxwedana Kobanê silav dikirin. Piştî 6 salan a berxwedana Kobanê dewleta tirk biryareke nû di derbarê binçavkirina siyasetemedaran da û operasyonek da destpêkirin û biryara binçavkirina 82 kesan hat dayîn û di operasyonê de 20 siyasetmedar hatin binçavkirin. Êriş û girtinên di van salên dawiyê de dide diyarkirin ku dewleta tirk li beranberî berxwdan û hêza gel a li herêmê tengav bûye."   'Tehemula dewleta tirk ji çareseriya navxweyî û hêza demokrasiyê tune ye'   Bêrîvanê wiha got:"Piştî ku hêza YPJ û QSD'ê Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezor ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û gel di perwerdeyan re derbas bû, dest birêxistinkirina bajar kirin. Êdî di hundir herêman de hemû pêkhate bi ruhê yekîtiya gelan kar û xebat didin meşandin. Dewleta tirk vê carê bi rengekî eşkere êrişî herêma Efrînê kirin, piştî dagirkirina herêma Efrînê dest bi dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê kir, heya roja îro jî êrîşên xwe li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên Kobanê didomîne. Di vê demê de rêbazên êrîşan yên li ser HDP'ê dide diyarkirin ku tehemula dewleta tirk ji çareseriya navxweyî û hêza demokrasiyê ya gelan tune ye. Tehamûla AKP-MHP û Erdogan ji tu hêzên din yên li Bakurê Kurdistanê re tune ye. Bi taybet di vê dema dawiyê de her kesê ku behsa Kurdîtî an jî demokrasiyê dikin tên girtin û kuştin. Di dema şerê Kobanê de tevahî cîhan xwedî li Kobanê derket û piştgirî dan gel-şervanên li van qadan, lê di vê demê de bi taybet di van salên dawiyê de çima dewleta tirk kesên ku piştgiriya Kobanê kirine binçav dike? Ger vê rewşê weke sûc dibîne, lê çima cîhan vê rewşê weke sûc nagire dest?"   'Wê sekeftin bibe ya gelan'   Bêrîvanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku li Kobanê şer dest pê kir hemû deverên cîhanê piştgirya berxwedana Kobanê kirin. Gelê Bakurê Kurdistanê bi roj û şev li ber sînor nobet digirtin û berxwedana Kobanê silav dikirin. Wek me anî ziman li her deverên cîhanê heya kesên biyanî jî tevlî şerê Kobanê bûn heya hin ji wan gihîştin asta şehadetê. Ruxmî dewleta tirk gelek astengî li hemberî gel derdixist jî tu carî ev astengî li pêşiya gel nebûn bend, ji ber vîna gel ji van astengiyan xurtir e. Ji bo vê jî her kesî berxwedana Kobanê silav kirin û para xwe jê girtin û roja 1'ê Mijdarê bû roja Kobanê ya Navneteweyî. Wek me anî ziman axa Kobanê bu milkê her kesê ku xwîn lê rijandiye. Pêwîst e her kesê ku ev berxwedan silav kiriye, xwîn rijandine û para xwe jê girtine helwestên xwe li beramberî dewleta tirk diyar bikin, lê mixabin em dibînin ku bêdengiyek heye, ruxmî şêwazên ku dewleta tirk pêk tîne şêwazên xirab in jî lê dîsa jî dewletên navneteweyî alîkariya dewleta tirk dikin. Em di wê baweriyê de ne wê hêza gel û kesên demokrat li dijî her cure desthilatdarî û dagirkeriyê bi ser kevin û wê sekeftin bibe ya gelan."