'Gurbetelî Ersoz bû çavkaniya rojnamegerên jin' 2020-10-07 09:03:01   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Rojnamegerên jin, têkildarî 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd de anîn ziman ku Gurbeteli Ersoz rê li pêşiya rojnamegerên jin vekir û wiha gotin:" Gurbeteli Ersoz bi têkoşîn û berxwedana xwe rê li pêşiya jinên rojnameger vekir."    Gurbeteli Ersoz di qada rojnamegeriyê de xwedî kedeke mezin e û tevî hemû zext û zordestiyan pêşengiya têkoşîna çapemeniya azad daye.  Gurbetelî Ersoz  di 7'ê Cotmeha 1997'an de jiyana xwe ji dest da û ji wê demê de rojnamegerên jin di rojnemegeriya jinê de gavên nû avêtin. Jinên kurd jî ji 2014'an heta niha 7'ê Cotmehê wekî Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd pîroz dikin. Têkildarî 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd rojnamegerên jin nêrînên xwe anîn ziman.    'Şoreşa ku jin pêşengtiya wê bike wê bi ser bikeve'   Nûçegîhana qenala Jin Tv'yê Zîlan Mihemed di destpêka axaftina xwe de Rojnameger Gurbeteli Ersoz bi bîr xist û wiha got: "Roja Rojnamerên Jinên Kurd  li tevahî rojnamegerên ku li ser doza Şehîd Gurbetelî Ersoz dimeşin em pîroz dikin. Şoreşa yekem a tevgera azadiya Kurdistanê bi gelek jinên ku canê xwe feda kirin dest pê kir. Sakîne Cansiz,  Zeyneb Erdem, Gulnaz Karataş û Gurbeteli Ersoz ji tevahî jinên rojnemeger re bûn mînak. Şoreşa ku jin pêşengtiya wê bike wê bi ser bikeve. "    'Gurbeteli Ersoz bû çavkaniya rojnamegerên jin'   Di dewamiya axaftina xwe de Zîlanê anî ziman ku Rojnameger Gurbetelî Ersoz bi pênûsa xwe dengê jinê zindî kir û wiha pê de çû: "Rojnameger Gurbeteli Ersoz bi pênûsa xwe dengê jina ku di rûpelên dîrokê de hatibû fetisandin, zindî kir. Gurbeteli Ersoz bû çavkaniya rojnamegerên jin. Mînaka vê yekê jî cihgirtina jinê ya di qada rojnamegeriyê de ye. Rojnamegerên rojnamegeriya jina kurd bûn mertalên parastina hebûna jinê û cudahiyeke nû ya rastiya jinê derxistin holê. Em weke rojnamegerên jin soz didin ku xeta Şehîd Gurbetelî Ersoz bidomînin û qada rojnemegeriya jinê xurt bikin."    'Jinên rojnameger bûne armanca dewletên êrişkar'     Nûçegîhana Ajansa Hawar Mediye Henen da zanîn ku bi têkoşîna Rojnameger Gurbetelî Ersoz jinê hebûna xwe di qada rojnamegertiyê de îspat kir û wiha domand:"Xebata Gurbeteli ya di Rojnameya Ozgur Gundemê de gaveke girîng û erênî bû. Ji ber ku nivîsandina nûçeyan bi pênûs û zimanê jinê bû, vê yekê heqîqeta ku jin dijîn derxist pêş. Jinên rojnameger her tim dibin armanca dewletên êrîşkar û yên ku fikirê azadiya jinê qebûl nakin."   'Jinên rojnameger xeta parastina jinê diparêzin'   Di dewamiya gotinên xwe de Mediye bal kişand ser hewildana dewletên hegemon a ji bo bêdengkirina dengê jina rojnameger û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her tim dewletên hegemon ji bo bêdengkirina jinê hewil dane. Di encama paşverûtiya hişmendiya mêrê serdest de hertim neqebûlkirinek li beramberî xebata jinan a di qada ragihandinê de derdikeve holê. Ji bo wê jî jinên rojnameger xeta parastina doz û têkoşînê didomînin. Jinên rojnameger tên binçavkirin û armancgirtin. Mînaka armancgirtina Şehîd Denîz Firat a li Mexmûrê, Nûjiyan Erhan a li Şengalê, Dîlşan Îbiş a li Dêrezorê û Rohînda ya li Efrînê mînakên berbiçav in. Tevî hemû hewildanên dewletên hegemon jina rojnameger xeta jinê diparêze. Em ê weke rojnamegerên jin li dijî paşverûtiya hişmendiya mêrê serdest têbikoşin."   'Gurbetê rê li pêşiya tevahî jinan vekir'   Nûçegîhana Aajansa Jinnews'ê Hesna Mihemed jî  23'emîn şehadeta Gurbetelî Ersoz bi bîr anî û wiha got: "Gurbetelî Ersoz ji bo bicîhkirina vîn û rola jinê ya di qada ragihandinê de li hemberî hişmendiya paşverû têkoşiyaye. Riya dewamiya xebata jinê ya di qada ragihandinê de li pêşiya tevahî jinan vekir. Şehadeta rojnameger Gurbetelî  Ersoz bû çavkaniya avakirina rojnemegeriya jinên kurd. Bi têkoşîn û berxwedana xwe rê li pêşiya jinên rojnameger vekir."