Jin bi pênûsa xwe li pêy heqîqetê ne 2020-10-07 09:02:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerên jin di 7'ê Cotmehê de Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd pêşwazî dikin. Evrîm Alataş, Ayfer Serçe, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û Evîn Bûldan bûn şopdarên Gurbetelliyê. Jinên ku niha di çapemeniya kurd de cih digirin bi pênûsa xwe xwedî li mîrateya wan derdikevin û bi pênûsa xwe li pêy heqîqetê ne.   Cara yekem li Tirkiyeyê jinek bû gerînendeya giştî ya weşanê ku jî Gurbetellî Ersoz bû. Ji ber ku Gurbetellî di 7'ê Cotmeheya 1997'an de jiyana xwe ji dest da, ev roj wekî "Roja Rojnemegerên Jin ên Kurd" hat îlankirin. Rojnamegerên ku pênûsa Gurbetelliyê girtin û xwedî li mirateya wê derketin li dijî zîhniyeta serdest a mêr têkoşîneke bêhempa dan. Şopdarên Gurbetelliyê; Evrîm Alataş, Ayfer Serçe, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û Evîn Buldan ji bo rojnamegerên jin ên kurd bûn pêşeng.    Yekem gerînendeya giştî ya weşanê Gurbetellî   Gurbetellî Ersoz a ku li Tirkiyeyê yekem jina gerînendetiya giştî ya weşanê kiriye , di sala 1961'ê de li Palûyê hatiye dinê. Gurbetellî di ciwantiya xwe de weke ciwaneke kurd gelek zext û zarodariyê dibîne. Gurbetellî, di sala 1993'yan de li Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi rojnamegeriyê dike. Di 10'ê çileya 1993'yan de bi sedan polîs bi ser Rojnameya Ozgur Gundemê de digirin û li gel Gurbetelliyê xebatkarên wê bi îşkenceyê binçav dikin û digirin. Gurbetellî piştî du salan ji girtîgehê tê tehliyekirin û heta demekê karê xwe berdewam dike. Gurbetellî piştî bi demekê dixwaze têkoşîna xwe li qadeke hîn azadtir berdewam bike û berê xwe dide çiya. Gurbetellî di 7'ê Cotmeha 1997'an de li başûrê Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide.   Rojnamegerên jin xeyalên Ayferê pêk anîn   Ayfer Serçe li Wêranşara Rihayê di sala 1974'an de hat dinê. Ayfer hêj di ciwantiya xwe de dixwest bibe rojnameger. Di 1998'an de di nava têkoşîna jinên kurd de cih xwe girt. Demek dirêj li Tirkiye, Ermenîstan û Herêma Federal a Kurdistanê nûçegihanî kir. Piştre jî berê xwe da rojhilatê Kurdistanê. Li Mahabat û Urmiyeyê dest bi lêkolîna xwekuştina jinan kir. Di 19 û 23'yê tîrmeha 2006'an de li herêma Kelarêş a di navbera sînorên Îran û Tirkiyeyê de di encama kemîna arteşa Îranê de hat qetilkirin. Heta roja îro jî Îranê derbarê Ayferê de agahiyek neda. Di ser kuştina Ayferê re 14 sal derbas bû lê heta niha jî nayê zanîn ku cenazeya wê li ku ye. Nifşên piştî wê kevneşopiya çapemeniya azad didomînin. Rojnamegerên jin mîrateya Ayferê dewr girtin û gotinên wê di her şert û mercan de tînin ziman. Rojnamegerên jin teşîrkirina kuştina jinan û teşîrkirina zîhniyeta tecawizkar didomînin. Her wiha rojnamegerên jin bi JINHA'yê re xeyalên Ayferê pêk anîn.    Evrîm di serdema kiryarên ne diyar de xebitî    Evrîm di temenê xwe yê ciwantiyê de bi nexweşiya penceşêrê ket û di 12'ê nîsanê 2010'an de jiyana xwe ji dest da. Rojnameger û nivîskar Evrîm Alataş bi nasnameya jinbûn û kurdbûnê bi salan di qada çapemeniyê de xebitî. Di serdema kiryarên nediyar, şewitan û valakirina gundan de Evrîm dest bi xebatan kir. Evrîm di 1995'an de li cem birayê xwe Huseyîn di Kovara Newrozê de xebitî. Piştî ku kovar hat girtin di Rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi xebatê kir. Di vê demê de gelek caran Evrîm hat binçavkirin. Evrîm bi navê "Fîncan Xanim” li rojnameyê quncik niviskariyê kir û bûyeran bi awayekî qerfî rexne dikir. Di serdema herî zehmet de bi nexweşiya penceşêrê ket û têkoşîna xwe ya li dijî penceşêrê bi nivîsên xwe anî ziman. Evrîm, di rojnameyên Yenî Polîtîka, Demokrasi, Ozgur Bakiş, Ulkede Ozgur Gundemê de xebitî. Di rojmaneyên Evrensel, Bîrgun, Ozgur Polîtîka, Radîkal û di kovarên Esmer, Bîrîkîm, Amargî û Tirojê de jî nivîsên wê hatin weşandin. Evrîm di 34 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.    Denîz Firat êrişên DAÎŞ'ê ji cîhanê re ragihandin    Denîz di sala 1984’an de li gundê Xec Xatun ê navçeya Ebaxa Wanê tê dinê. Ji ber zext û zordariya dewletê malbata Denîzê koçberî Xakurkê ya sînorê Îranê dibin. Deniz şahidiya jiyana zehmet kiribû û ji ber vê ji di sala 92’yan de berê xwe da têkoşîna azadiyê. Di sala 2007'an de nûçegihaniya jinê pêşket û bi vê re Denîz li gelek kovaran xebitî. Pêşkeşiya bernameyan kir û nûçe şopandin. Bû dengê jinên Êzidî û dengê jinên Şengalê ji cîhanê re ragihand. Denîz, di 8'ê tebaxa 2014’an de di encama êrîşa DAÎŞ'ê ya li hemberî Wargeha Penaberan a Mexmûrê de birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Denîz ji hêla hempîşe, malbat û rêhevalên xwe ve hat oxurkirin. Mirateya ku Denîzê girt ji rojnamegerên jin re mirate hişt. Niha jî bi sedan rojnamegerên jin li pêy şopa Denîzê lêgerîna xwe ya heqîqatê didomînin. Her wiha ji bo Denîz her sal pêşbirkên çîrok, wêne û helbestan tê lidarxistin.    Nûjiyan bû dengê jinên êzidî    Nûjiyan Erhan nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jinê bû; Li Şengal, Qendîl û Hewlê nûcegihanî dikir, heqîqet li ku bûya Nûjiyan li vir bû. Bi wêrektiya xwe dihat nasîn, her tim li cem gelê xwe bû. Di qada şer de bû dengê civaka Êzidî. Nûjiyan, xwest qehremanî û berxwedana jinên Rojhilata Navîn ya ku nayê zanîn bîne ziman û bi vê armancê derket rê. Lê di 3'yê adara 2017'an de li Xanesora Şengalê ji hêla Peşmergeyên Roj ve hedef hat girtin. Nûjiyan bi giranî birîndar bû û piştî 20 rojan di 22'yê adara 2017'an de li Nexweşxaneya Hekesê jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan wekê Gurbetellî, Denîz û Şîlan bi pênûsa xwe heqîqet derxist holê û nemîr bû. Nûjiyan rêya rojnamegerên jin ronî kir û li dijî zîhniyeta mêr a "Di serî de li jinê bidin" derket. Niha rojnamegerên jin ên şopdarê wê têkoşîna Nûjiyanê didomînin.   Evînê kedkara Azadiya Welat bû    Evîn Bûldan hêj 4 salî bû malbata wê koçberê Herêma Federal a Kurdistanê bû. Malbat piştî guhertina çend wargehan herî dawiyê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi cih bû. Evîn li sirgunê mezin dibe û li Zanîngeha Selahadîn beşa Radyo û Televîzyonê dixwîne. Piştî ku dibistan qedan di sala 2011'an de berê xwe da Amedê û di rojnameya rojane ya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir. Piştî ku rojname bi biryara KHK'ê hat girtin di Rojnameya Rojeva Medya de xebitî. Evîn bi kesayetiya xwe û dildariya xwe bandor li her kesî dikir. Evîn dixwest rojnamegeriya kurd bi pêş bikeve. Di sala 2017'an de di encama qeyrana dil de Evîn jiyana xwe ji dest da. Evîn dema jiyana xwe ji dest da 27 salî bû. Navê Evînê jî wekî bi sedan rojnamegerên têkoşer di nava dîroka çapemeniya kurde de cihê xwe girt.