ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'Î 2020-10-07 09:00:00   *Endama Konseya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif salvegera 1'emîn a şerê 9'ê cotmehê nirxand. Foza diyar kir ku Hevrîn Xelef ji bo projeya netewa demokratîk sembolek zindî bû û wiha got: "Dewleta tirk û hevkarên wê di şexsê Hevrîn Xelef de projeya netewa demokratîk hedef girtin. Keda ku heta niha hatiye dayîn, ji bo ku mezin bibe û em bigihêjin encamê çi ji destên me were em gav ji paş ve navêjin û ji bo dawîkirina vê dagirkeriyê em bi israr in." DÎMEN HEYE   * Rojnamegerên jin di 7'ê Cotmehê de Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd pêşwazî dikin. Evrîm Alataş, Ayfer Serçe, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û Evîn Bûldan bûn şopdarên Gurbetelliyê. Jinên ku niha di çapemeniya kurd de cih digirin bi pênûsa xwe xwedî li mîrateya wan derdikevin û bi pênûsa xwe li pêy heqîqetê ne. DÎMEN HEYE   *Rojnamegerên jin di 7'ê Cotmehê de Roja Rojnamegerên Jinên Kurd pêşwazî dikin. Evrîm Alataş, Ayfer Serçe, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û Evîn Bûldan bûn şopdarên Gurbetelliyê. Jinên ku niha di çapemeniya kurd de cih digirin bi pênûsa xwe xwedî li mîrateyên wan derdikevin û bi pênûsa xwe li pêy heqîqetê ne.   *Jinên Şirnexî, di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de nêrîna xwe anîn ziman û gotin ku ev kampanya ji bo wan gelek girîng e û banga xwedîderketina li kampanyayê kirin. DÎMEN HEYE   *Edûla Deyai 30 sal berê du caran Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye. Edûla tu caran hêviya xwe ji bo dîtina Abdullah Ocalan winda nekir û got: "Dema min wî dît ez pir kelacanî bûm û ez lerîzim. Bi taybetî jî dema silav da çokên min sist bûn. Dema ew diaxivî me bi heyranî lê dinêrî û guhdar dikir. Sekna wî pir cuda û rêbaza wî gelek nerim bû. Li gor temenê mirov nêzik dibû." BI DÎMEN    *Endama Desteya Rêveber û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen, derbarê binçavkirina endam û rêveberên HDP'ê de nirxandin kir. Bêrîvanê wiha got: "Vîna endam û rêveberên HDP'ê ji ya dewleta tirk xurtir e, ev êrîş ne ya yekê û wê ne ya dawiyê be. Lê li dijî van êrişan wê têkoşîn û berxwedana HDP'ê bi ser bikeve." DÎMEN HEYE   *Jinên ereb ên Kantona Şehbayê guhertin û veguhartinên xwe yên di jiyanê de yên bi  xwendina pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn ziman. Jinên ereb gotin: "Em jinên bi şans in ku me perwerdeya xwe li ser lêkolîn û hizrên Rêber Apo dîtine. Bi xwendina pirtûkên Rêber Apo me jiyana xwe ya rast nas kir." DÎMEN HEYE   *Şopdarên Gurbeteli Ersoz Roja Rojnamegerên Jinên Kurd bi têkoşîn û serîhildaneke mezin pêşwazî dikin. Jinên rojnameger soza bilindkirina asta weşana jinê da N û anîn ziman ku ew ê li dijî zihniyeta mêr nivîsandina bi pênûsa jinê bidomînin. Jinên rojnameger gotin:"Em çav, guh, dil, rih û bedana hemû jinan e."   *Nure Hecî bi dirûtina cilan 15 sal in debara mala xwe dike. Nura, destnîşan kir berê karkirina jinê di nava civakê de şerm dihat dîtin lê belê piştî rizgariya Şengalê ji DAÎŞ'ê gelek jin ji bo debara mala xwe dixebitin. BI DÎMEN