Kongreya Tevgera Jinên Ciwan bi dawî bû 2020-10-07 08:40:55   QAMIŞLO - Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Rêxistina jinên ciwan têkbirina dagirkeriyê ye" 4'emîn kongreya xwe bi biryarên girîng û avakirina meclîsê bi dawî kirin.   4'emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan li Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Rêxistina jinên ciwan têkbirina dagirkeriyê ye"li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajaroka Rimêlanê ya Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna 550 delegeyan dabûn destpêkirin, bi biryarên girîng û avakirina meclîsê bi dawî kirin.   Piştî xwendina perspektifên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Dalya Henan kongreya 4'emîn ya jinên ciwan li tevahî jinên ciwan pîroz kir û wiha got: "Ciwan ew in ku hêza dînamîk ên civakê ne. Yên ku civaka xwe li ser piyan digirin ciwan in. Rêber Apo her dem dibêje 'Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser kevin', ji bo wê ger hemû jinên ciwan destê xwe bikin yek wê pir serkeftinên mezin bi dest bixin. Jina ku xwe bi xwe bi rêxistin bike  wê ber bi serkeftinê biçe."   Paşê Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sozdar Dêrîk jî ev tişt got: "Tiştê herî girîng a di vê pêvajoyê de, xwebirêxistinkirin e. Dijmin di êrîşên xwe de yekem jinan armanc digire û em ê jî bi rêxistinbûyina xwe êrîşên dewleta tirk têk bibin. Yên ku îro civakê dimeşîne û bi rêxistin dike jin e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ger li hember dagirkeriyê seknek me ya xurt hebe û em bi rêxistinkirî bin tu hêz nikare îrade û hebûna me têk bibe. Îro êrîşên gelek hov ji aliyê dagirkeran ve li ser gel tê meşandin, berdewamiya êrîşên DAIŞ'ê îro dagirkeriya dewleta tirk dike. Pêwist e em hemû jin li pêşiya van kiryaran serî hildin û têkoşîn bikin."   Paşê sinevîzyonek li ser kar û xebatên jinên ciwan hate pêşandan. Rapora du salan ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Esma Mistefa ve hate xwendin. Her wiha rewşa rêxistinî, rewşa jinên ciwan di nava civakê de û erka ku dikeve ser milên wan hate guftogohkirin. Paşê ji aliyê Rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan Ferîde Nasan ve rêziknameya Tevgera Jinên Ciwan hate xwendin.   Di kongreyê de biryarên ku hatine girtin wiha ne:   *Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê xebat were meşandin.   *Felsefe û paradigmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû deveran ew ê bê nasîn.   *Pergala netewa demokratîk li hemû deveran wê were rêxistinkirin.    *Komxebatek li ser esasê danasîna fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwedîderketina jinên ciwan wê were lidarxistin.   *Li navendên Jinên Ciwan pirtûkxaneya pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê were vekirin.   *Dahurandina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû qadan wê were pêşandan.   *Ew ê Konferansa Jinên Ciwan yên Sûriyeyê bê lidarxistin.    *Komxebatek, wê li ser tundiya li ser jinê û zewaca di temenê biçûk de were lidarxistin.   *Hemû kar û xebatên xwe di çarçoveya rêxistinkirina şerê gelê şoreşgerî de pêşxistin.   * Li dijî her cure feraset û sazîbûna aqlê baviksalarî dê têkoşîn bê kirin.   *Li hember hemû cureyên êrîşên desthilatdaran têkoşîn dê bê kirin.   Paşê ji bo meclîsa Tevgera Jinên Ciwan 25 jin hatin hilbijartin.    Axaftina girtinê ji aliyê Koordînasyona Kongreya Star Heyfa Erebo ve hate kirin û wiha got: "Hemû jinên ku tevlî vê kongreyê bûne, em bi dilekî germ wan silav dikin û kongreya wan pîroz dikin. Bi ruhê berxwedana serdem û rûmetê em li hemû herêman rêxistinbûna xwe xurt bikin. Me bi nîqaş û biryarên girîng Kongreya Jinên Ciwan bi dawî kir. Em dibêjin civaka ku xwe bi rêxistin bike, wê serkeftinê mîsoger bike. Hewildan û têkoşîna me ew e ku em jiyaneke azad ava bikin. Bi berxwedana jinên ciwan û gelê me em ê bigihêjin azadiya xwe."   Kongre bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.