Kongreya Star tecrîd şermezar kir 2020-10-06 19:30:48   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê bi meşekî girseyî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê bi dirûşma "Na ji tecrîdê re, bimire îxanet, dem dema azadiyê ye" bi tevlîbûna hemû sazî, dezgehên Kongreya Star, Rêveberiya Xweser, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Meclîsa Jina Azad a Şehbayê meşeke girseyî li bajaroka Til Rifatê ya Kantona Şehbayê lidarxistin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû hildan. 'Em ê bi yekîtiyê tecrîdê bişkînin' Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Wehîde Xelîl tecrîd şermezar kir û wiha got: "Em îro bi ruhê yekîtiyê kombûne û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Ji ber ruhê yekîtiyê, li Sûriyê neyê avakirin dijmin bi hemû rêbazên hovane êrîşê me dike. Niha tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin, ev tecrîd di heman demê de li ser Gelê Kurd e. Em ê bi yekîtiya xwe dijminê têk bibin û Rêber Apo ji Îmraliyê rizgar bikin." 'Şikandina tecrîda li ser Rêbertî şikandina sînorên bindestiyê ye' Her wiha Endama Koordînasyona Meclîsa Jina Azad a Kantona Şehbayê Riweyde Ibrahîm komploya navneteweyî ya ku ji aliye dewletên navneteweyî ve li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin şermezar kir û wiha pê de çû: "Projeya Rêber Apo ji bo wekhevî û aramiya gelan ne li gor armancên dewletane ji bo wê komployên cur bi cur li ser Rêber Apo didin meşandin. Di sala 1998'an de bi komployek navneteweyî Rêber Apo hat dîlgirtin û îro jî komployê bi awayên cur bi cur didomînin. Em wek jinên Şehba û Efrînê em ê bi hêrs û berxwedana xwe li hember hemû cureyên tundiyê li ser piyan bin. Şikandina tecrîda li ser Rêber Apo şikandina sînorên bindestiyê ye." Meş bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" û "Na ji tecrîdê re" bi dawî bû.