Şêniyên Efrîn û Şehbayê Arîn Mîrkan û Şaha Dêrîk bi bîr anîn 2020-10-06 18:59:10   ŞEHBA - Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi merasimekê girseyî Arîn Mîrkan û Şaha Dêrîk bi bîr anîn. Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi merasimekê girseyî Arîn Mîrkan ku li bajarê Kobanê girê Miştenûrê çalakiya fedayî li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anî bû bi bîr anîn. Her wiha pakrewan Şaha Dêrîk ku bi nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn. Merasîma bîr anînê li navçeya Ehdasê ya Şehbayê hate lidarxistin. Di merasîmê de bi sedan şêniyên Efrîn, Şehba, sazî û dezgehên civakî amadebûn. 'Arîn bi çalakiya xwe ax û rûmeta me parast' Merasîm bi deqeyek rêzigirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir. Paşê li ser navê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo pakrewanên azadiyê bi bîr anî û wiha got: "Em di şexsê Arîn Mîrkan û Şaha Dêrîk de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û em soza şopandina rêya wan nû dikin. Arîn Mîrkan laşê xwe li hember dijminên ne yaran kir bombe û di nava wan de xwe teqand. Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe axa me û rûmeta me parast. Arîn Mîrkan di pêvajoyêk wiha de bû bersiva pêvajoyê û bû sembola jina azad û berxwedêr. Îro Arîn her dijî û wê herdem di dilê me de bijî." 'Bi ruhê Arînan serkeftinê misoger bikin' Paşê nasnameya Arîn Mîrkan û Şaha Dêrîk hate xwendin. Li ser navê malbata Arîn Mîrkan, dayika wê Wehîde Henan di şexsê Arîn de tevahî cangoriyên azadiyê bi bîr anî û wiha got: "Keça min bi sekin û çalakiya xwe xeta azadiyê şopand û em wek malbat bi çalakiya Arîn ser bilindin. Arîn li hember neyaran bi helwesta jina azad ên ku fikir û felsefeya xwe ji Rêber Apo girtiye çalakiyek lidarxist. Îro dibe ku Arînek şehîd ked, lê bi hezaran Arîn çavê xwe ji jiyanê re vekir û rêya wê dişopînin. Em sonda rêya keça xwe nû dikin û em ê bi ruhê Arînan serkeftinê misoger bikin." 'Em keda Şaha Dêrîk ji bîr nakin' Li ser navê malbata pakrewan Şaha Dêrîk, bavê şehîd Şîlan Hesen Berko hemû pakrewanên azadiyê bi bîr anî û axaftinê xwe wiha bi lêv kir: "Îro bi hezaran zarokên me di rêya azadiyê de canê xwe feda kirin da ku ev gel di aramî û azadiyê de bijîn. Şehîd Şaha demek dirêj li herêma Efrînê ma û gelek xebatên serkeftî li Efrînê meşand. Em tucaran ked û hewildana ku ji bo gelê xwe daye ji bîr nekin û em ê her şopdarê rêya wê bin. Şehîd Şaha herdem ji bo azadî û wekheviya gelan têdikoşiya." Bîr anîn bi dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.