Li Rihayê serdegirtinên malan: Dayikên Aştiyê binçav kirin 2020-10-06 12:54:18   RIHA - Li Rihayê polîsan bi ser malan de girt. Di serdegitinan de di nav de Dayikên Aştiyê Hedla Ogur, Adalet Çay jî heyî 5 kes hatin binçavkirin.    Li Rihayê vê sibehê bi ser malan de hat girtin. Di serdegritinan de polîsan derî şikandin, di dema lêgerîna li malan kirin de alavên li malan belav kirin. Piştî lêgerîna li malan Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Hedla Ogur û Edalet Çay, Rêvebera HDP'ê ya Rihayê Fatma Akbaş, Rêvebera HDP'ê ya Berê ya Rihayê Miyaser Korkmaz û kesk ku navê wî/wê nehat zanîn hatin binçavkirin.   Kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Emniyeta Rihayê.