'Tecrîda li girtîgehan bi dawî bikin' 2020-10-06 09:09:17   MÊRDÎN - Dayika Delîl Tekîn Gurbet Tekîn ku lawê wê di girtîgehê de ye, anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bandora xwe li ser girtiyên din jî dike û got, "Bila dawî li vê îşkenceyê bînin."      Li girtîgehan piştî pêvajoya Korona vîsrus (Covîd -19) ji ber ku tedîbîr nayên girtin binpêkirinên mafan derketine lutkeyê. Dayika Delîl Tekîn ê li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê dimîne Gurbet Tekîn got bila di vê serdemê de her kes rewşa girtîgehan bigire rojava xwe.   Gurbetê anî ziman ku lawê wê 9 salan di Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê de maye, ev 3 sal e jî ku di Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê de dimîne û wiha got,"Tecrîda heyî bi tecrîda li ser birêz Oclaan ve girêdayî ye. Hem li ser rêberê gelekî û hem jî li ser zarokên wî gelî tecrîd heye.  Li girtîgehan rewş her nebaş bû, lê piştî pêvajoya pandemiyê girantir bû. Lawê min dema telefonî me dike dibêje 'em baş in'. Lê ez jî di girtîgehê de mame û rewşê dizanim. Ne xwarineke paqij didin wan û ne jî wan dibin nexweşxaneyê."   Masekeyek bi 3 TL difiroşin wan'   Gurbetê got ku heftê du caran bi hinceta kontrolê bi ser qawîşên girtiyan de digirin, tendirustiya wan li ber çavan nagirin û wiha perdewam kir, "Di vê rewşa vîrusê de destê xwe di hemû alavên girtiyan didin. Ev nayê qebûlkirin. Ne sabûnê didin wan û ne jî dezenfektan. Heba maskeyê bi 3 TL'yan difiroşin wan. Ev ne edalet e. Em nizanin ku li wê çi tînin serê zarokên me .Dema ku ez li gitîgehê bûm ji bo gaveke ku me diavêt girtek digirtin. Lawê min diyar kir ku ew nikarin bistirên jî."   'Bila tecrîd bi dawî bibe'   Gurbetê bang li Wezareta Malbat û Edaletê jî kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir,"Ez hem bang li xizmên girtiyan dikim hem jî bang li hikûmetê dikim. Bila êdî rewşa zarokên me bibînin û tecrîdê bi dawî bikin. Bila îşkenceyê li zarokên me yên ku bi awayekî bê hiqûqî kirine nava çardîwaran nekin. Bila her kes li wan xwedî derkeve."