Leyla Guven: Bi hevkariya saziyan têkoşîna xwe mezin bikin 2020-10-06 09:08:21   Melîke Aydin   AYDIN - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven tevlî xebatên kampanyaya TJA’yê ya “Em xwe diparezin” ya li herêma Egeyê dibe diyar kir ku dê bi hevkariya hemû saziyên jinan têkoşîna xwe derxin asta herî jor û got: "Azadiya jinê azadiya civakê ye û ji ber vê jî em armanc dikin ku zîhniyeta mêr veguherînin."    Di 15'ê îlonê de ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li Amedê starta kampanyaya çalakiyên 4 mehan bi dirûşmeya “Em xwe biparêzin” hatibû dayîn. Piştî start dayînê li her bajarî xebatên cuda hatin destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li herêma Egeyê jî xebat tên kirin. Xebat bi hevkariya sazî û dezgehên jinan ên Egeyî pêk tên. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven di çarçoveya kamyanyayê de li herêma Egeyê tevlî xebatan bû. Leyla xebat û armanca kampanyayê ji ajansa me re nirxand.    Leyla di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tên û got: "Pirsgirêka jinan ne tenê pirsgirêka Kurdistan û Tirkiyeyê ye, pirsgirêkekî gerdûnî ye. Newekhevî, şîdet û cudakarî li her deverê heye. Jin azad nîne û vîna wê nîne. Em bi kampanyayê li dijî şîdetê xwe diparêz in û em dibêjin 'Em xwe diparêzin'. Divê em li her qada jiyanê xwe biparêzin. Şîdet ne tenê li hemberî nasnameya jinê li hemberî gelek nasnameyan pêk tê. Zîhniyeta serdest di serî de jinê hedef digire. Ji ber vê sedemê jî divê em refleksê nîşan bidin û xwedî li nasnameya xwe ya jinbûnê derkevin. Êrişên li hemberî nasnameyên din jî divê em pûç bikin."   'Em ê ji bo kampanyayê hevkariyê pêk bînin'    Leyla, diyar kir ku li Îzmîr, Aydin, Denîzlî û Dîdîmê xebat dane meşandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li bajarên Kurdistanê xebatên kampanyayê tê kirin. Têkoşîna ku em didin têkoşînekê dem dirêj e. Polîtîkayên ku jinê tune dihesîbînê 5 hezar sal in didome. Ji ber vê sedemê jî dawî anîna wan polîtîkayan zûtir nayên bidawîkirin. Em wekê TJA'yê em li Kurdistanê xwe bi rêxistin dikin lê belê li Tirkiyeyê jî em di nava têkiliyan de ne. Çawa di çalakî û bertekan de bi jinên Tirkiyeyê re li dijî nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê de hevkariyek pêk hat, dê di vê kampanyayê de jî hevkariyek pêk bê."    'Em bêdeng nabin'   Leyla, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser azadiya civakê û wiha axivî: "Têkoşîna me di esasê xwe de projeya veguhertina zîhniyeta mêr e. Heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe. Heke jin bi têra xwe têkoşîn nede civak jî dê bê têkoşîn bimîne. Veguhertina hevalên me yên mêr tê wateya demokratîkbûna malbatê û jiyana azad a wekhev. Ev tişt bingehek e. Gelek armancên kampanyaya me heye. Divê êdî pêve tu mêr nikare şîdetê bikarbîne. Kesên ku destê xwe dirêjî me dikin divê bizanin ku em êdî ne qurban in û em bêdeng nabin. Em ê têkoşîna xwe derxin asta herî jor."