Narîn Gezgor: Em ê her tim li qadan bin 2020-10-06 09:02:29   AMED - Endama damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgor, diyar kir ku bi binçavkirin û girtinan dixwazin hêza yekitiya jinan têk bibin û got: "Em jin mafên mirovan diparêzin, mafên jinan diparêzin û pêşiya her tiştê mafê jiyanê diparêzin. Em ê her tim li qadan têkoşîna xwe bidomînin."   Polîsan di 22’yê gulanê de bi ser Komeleya Jinan Rosayê de girt û gelek endam, rêveber û damezrînerên komeleyê binçavkiribûn. Endama damezrînera Komeleya Jinan a Rosa Narîn Gezgor jî ku bi îdiaya “endama rêxistinê” di 24’ê gulanê de hatibû girtin. Narîna 4 meh li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê dihata girtin, di 4’ê îlonê de serbest hat berdan. Narîn ji ajansa me re axivî.   ‘Xwestin hêza yekitiya jinan asteng bikin’   Narîn destnîşan kir ku dixwazin Komeleya Rosa krîmînalîze bikin û wiha got: "Sedema girtinên me ‘endamtiya rêxistinê’ bû. Bi îfadeyên şahîdên veşartî xwestin ku komeleyê kirîmînalîze bikin. Aşkere ye ku êrîşek li ser Rosayê heye lê çima? Divê em li ser vê babetê bisekinin. Wekî tê zanîn di vê pêvajoyê de, nîqaşa rakirina Peymana Stenbolê dihat kirin, aliyekî ve bi Zagona Înfazê re kesên ku tundî û destdirêjiya li ser jinan dikirin hatin berdan. Aliyekî jî destdirêjiya li ser zarokan dixwestin rewa bikin. Bi wî awayî tevgera jinên Tirkiyeyê û tevgera jinên kurd li dijî van tiştan têkoşînekê da. Dîsa ji ber di vê têkoşînê de tevgera jinên Tirkiyeyê û tevgera jinên kurd li hemberê vê tiştê bibûn bibûn. Bi wî awayî hêzekê mezin a jinan derket holê. Loma em hatin girtin.”   'Em têk neçûn’   Narîn diyar kir ku xwedî li derketina Rosayê girîng bû û wiha bilêv kir: “Xwestin têkoşîna me ya li dijî tundî û qetîl kirina jinan asteng bikin. Xwestin xebatên me têk bibin lê em têk neçûn. Tevî van yekan tevahî tevgerê jinên cîhanê, tevgerê jinên tirkiyeyê û tevgerê jinên kurd xwedî li Rosayê derketin. Xebatên Rosayê li holê bû û komeleyekê bi destûra walîtiya Amedê û Wazereta Karên Hundir ve hatiye vekirin. Em kesên ku di Rosa de cih digirin jî di civakê de cûr bi cûr xwedî statûyek in. Me berê de jî xebatên jinan dimeşand. Ango bi kurtasî em dikarin bêjin ku têkoşîna jinan a hevpar xwestin têk bibin. Lê beravajî em hîn xurttir bûn.”   ‘Wan bi hevkariya jinan têk çûn’   Narîn berdewamiya axaftina xwe de got jinên ku di Rosayê de cih digirtin xwedî du nasname bûn û wiha axivî: “Li dijî tundiya zilaman û polîtîkayên AKP-MHP’ê ku li ser jinê didin meşandin, tevahî jinên Tirkiyeyê li ber xwe didin. Lê êrîşek li ser Rosa yê pêk hat. Ji ber ku jinên ku di Rosayê de cih digirtin ez jî têde, xwedî du nasname bûn. Aliyekî nasnameya jinbûyîn e aliyekî ve jî nasnameya kurdbûyînê hebû. Wekî me got xebatên ku Rosa dimeşîne bi tevahî bi raya giştî û çapameniyê re hatiye parvekirin. Lê nekarin komeleyê krîmînalîze bikin, ji ber ku bi hevkariya jinan krîmînalîze kirin têk çûn.”   ‘Heya aştiyekê mayînde em ê li qadan bin'    Narîn di dawiya axaftina xwe de bak kişand ser girtina xwe û wiha got: "Sedema girtina me jixwe xebatên me yên şexsî bûn. Ne ji ber xebatên Rosayê bû. Wekî ji ber çalakiyên li dijî qeyûmê, çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê, çalakiyên ku dayik li dar dixistibûn. Her wiha çalakiyên ku li dijî tundiya jinan me li dar xistibû û çalakiyên ku ji bo aştiyê a bi navê ‘Jin aştiyê dixwazin’ me pêk anîbû. Ji ber vê doz li me hatibûn vekirin. Em jin mafên mirovan diparêzin, mafên jinan diparêzin û pêşiya her tiştê mafê jiyanê diparêzin. Her wiha em li dijî tecrîdê disekinin. Ji ber ku tecrîd, herî zêdetir bandorê li ser jiyana jinan dike. Em ê her tim bibêjin, ‘kuştina jinan polîtîk e’, ‘Jin bi hev re bi hêz in’ û em ji bo aştiya mayînde dê he rtim li qadan bin."