Nûçegîhana me Şehrîban Abî û 3 rojnamegerên din binçav kirin 2020-10-06 08:44:29   WAN - Di serdegirtinên ku li Wanê hatin kirin de nûçegîhana me Şehrîban Abî û 3 rojnamgerên din hatin binçavkirin. Piştî lêgerîna sê saetan a li buroyê polîsan dest xistin ser alavên teknîkî.    Li Wanê vê sibehê bi ser buroya Ajansa Mezopotamya(MA) û bi ser mala nûçegîhana me û gelekek rojnamegerên din de hat girtin. Di serdegirtinê de nûçegîhanên MA'yê Adnan Bîlen, Cemîl Ugur û nûçegîhana me Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala hatin binçavkirin.    Polîsan dest danî ser malzemeyên rojnamgerên ku ku hatin binçavkirin.    Nûçegîhanê Mayê Cemîl Bîlen, li navçeya Şaxê ya Wanê  avêtina Servet Turan û Osman Şîba ku di serî de hatibûn binçavkirin û piştre ji helîkopterê hatibûn avêtin bi belgeyan aşkera kiribû. Servet ê ji helîkopterê hat avêtin piştî dermankirina bi rojan jiyana xwe ji dest dabû.   Lêgerîna di buroyê de bi dawî bû û hat hînbûn ku rojnameger birine Muduriyeta Emniyetê ya Wanê.