TEV-DEM derbarê Komploya Navneteweyî de komcivînekê li dar xist 2020-10-05 14:41:14   QAMIŞLO - TEV-DEM derbarê Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî de komcivînek li bajarê Qamişloyê li dar xist.   Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) komcivînek derbarê Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatî de û her wiha li dijî êrişên dewleta tirk li hola Efrîn ya bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên civaka sivîl li dar xistin. Hol bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alê Tevgera Civaka Demokratîk  hatibû xemilandin.   Piştî deqeyek rêzigtirtin ji bo cangoriyên azadiyê komcivîn dest pê kir. Paşê Endamê Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayir Îbrahim tecrîd şermezar kir û wiha got: "Di sala 1998'an de komployek navneteweyî li ser Rêber Apo hate meşandin û Rêber Apo ew 21 sal in li girtîheha Îmraliyê dîlhatiye girtin. Armanca vê komployê ew bû ku rê li pêşiya fikrê azad û demokrasiyê bigirin. Her çiqas desthilatdar êrîş jî bikin fikir û felsefeya Rêber Apo her di nava me de zindî ye û me bi fikrê Rêber Apo şoreş ava kir. Her wiha heta roja îro jî tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin, armanc ji vê tecrîdê ew e ku aştî pêk neyê. Em ê bi rihê yekîtiyê tecrîdê bişkinîn û Rêber Apo azad bikin."   'Ev êrîşên di heman rojên diyar de ne tesadûf e'   Her wiha Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger jî balkişand ser meha cotmehê û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Ji bo me meha cotmehê, mehekê pir zehmet, giran û tarîbûne. Îro em cardin dîrokê zindî dijîn. Di 9'ê cotmeha 1998'an de komployek navneteweyî li ser Rêber Apo hat meşandin. Di heman rojî û salên cuda dewleta tirk êrîşî Serêkanî û Girê Spî kirin. Em wek Gelê Kurd êrîşên di van rojên diyar de weke tesadûf nagirin dest. Dewleta tirk bi hilbijartina van rojan re dixwaze komploya navneteweyî berdewam bike. Lê komplo ser neket berxwedana gelan ser ket. Rêber Apo mirovên azad û xwedî îrade avakir, ji ber wê yekê dewleta tirk vê yekê qebûl nake. Ger sed sal jî bibore, gel dev ji fikir û felsefeya Rêber Apo bernade. Gel bi projeya netewa demokratîk hebûna xwe mayinde kir, dewleta tirk jî vê yekê dît, ji bo wê herdemê êrişî projeyê dike û naxwaze wekheviya gelan pêk were. Rêber Apo di nava çar diwarên girtîgehê de ronahiya azadiyê veda, em ê xwediyê keda Rêber Apo derkevin."   Komcivîn bi niqaşan bi dawî bû.