'Gurbetellî Ersoz ji jinên rojnameger re pêşengtî kir' 2020-10-05 10:35:50   Gulîstan Azak   STENBOL - Gurbetellî Ersoz, bi pênûsa xwe ya bi hêz û cesareta xwe, ne tenê ji jinên kurd ên rojnameger re ji hemû jinên cîhanê yên li pey heqîqtê re pêşengtî kir. Sevda Kilinç got ku ew xwedî li mîrateya Gurbetelliyê ji wan re hiştiye derdikevin û Melîs Alphan jî anî ziman ku ew têkoşîn û îradeya jinên rojnameger ên kurd girîng dibînin.   7'ê Cotmehê roja ku Gerînendeya Giştî ya Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz jiyana xwe ji dest da ji sala 2013'an vir de wekî Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd hat îlankirin. Gurbetellî ya ku jiyana xwe ji dest da bi pênûsa xwe ya bi hêz ne tenê ji jinên kurd re ji hemû jinên rojnameger ên cîhanê re bi zanîna xwe pêşengtî kir.   Jinên Rojnameger hest û nêrîna xwe ya Derbarê Roja rojnamgerên jin ên kurd de bi me re parve kirin.   'Ji bo jinan rojnamegerî...'   Sevda Erkiliç ku li Rojnameya Ozgur Gelecek rojnamegeriyê dike, di destpêka axaftina xwe de Roja Rojnamgerên jin ên kurd  pîroz kir û got,"Li welêt dema ku mirov rojnamgeriyeke muxalîf bike û mirov sosyalîst be zahmet e, lê ji bo jinan ev rewş bêhtir zahmet dibe. Ji ber ku em li erdnîgariyeke ku qada rojnamegeriyê di destên mêran de ye dijîn. Ev li herêmê bêhtir zahmet e. Li wê ji bo her nûçeyek ku tu çêdikî tu dikarî bêyî girtin û dema ku tu bibî gerînendeya giştî ya weşanê jî dikarin bi salan te di girtîgehê de bihêlin. Li Tirkiyeyê tundiyeke mezin heye."   'Em xwedî li vê mîrateyê derdikevin'   Sevdayê got ku dema ew salên 90'î û rojnamegertiya Gurbetelliyê tîne bîra xwe kelecanî dibe û wiha berdewam kir, "Berxwedana Gurbetellî ji bo me girîng e. Em jinên sosyalîst gelek tişt jê hîn bûn. Têkoşîna jinên kurd ên rojnameger jî ji hêza xwe ji têkoşîna Gurbetelliyê digire. Ez ê weke jineke kurd û rojnameger heta dawî xwedî li vê têkoşînê derkevim. Em dibînin ku li rojnameyan û li ajansan jin gelek zêde ne. Jinên rojnameger li dijî hemû zextan bi israr in û dest ji têkoşîna xwe bernadin. Li gel, binçavkirin û girtinan jî jinên rojnameger dest ji têkoşîna xwe bernadin."    'Ez têkoşîna hempîşeyên xwe girîng dibînim'   Rojnameger Melîs Alphan jî got, "Li Tirkiyeyê tundiye ke mezin li ser çapemeniyê heye .Kesên ku dixwazin rojnamegeriyeke rast bikin her roj tên binçavkirin, tên girtin û bi zextan re rûbirû dimînin. Dema ku ev rojnameger kur bin û jin bin ev zext qat bi qet zêde dibin. Ji xwe li Tirkiyeyê rojnamegerî zahmet e, jinbûn zahmet e û dema ku mirov kurd be û cudakarî li hember mirov bê kirin ev rewşê bêhtir zahmet dike. Ji ber vê ez têkoşîna jinên kurd gelek girîng dibînim."