Li Qersê ji kesên hatin binçavkirin 3 kes girtin 2020-10-05 08:49:49   QERS - Li Qersê ji siyasetmedarên hatin binçavkirin 6 kes sewkî dadgehê kiribûn ji van kesên ku sewkî dadgehê kirin 3 kes hatin girtin.    Li Qersê di serdegitinên malan ên di 1'ê Cotmehê de hatin kir ku di nav wan de Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî heû dema binçavkirina 15 kesî duh hatibû dirêjkirin.    Ji kesên ku îfadeyên wan hatin girtin Zorba Baskutlu, Hazal Agdeve û îzzet Artug bi daxwaza girtin, Adem Karataş, Selda Manduz, Sabrî Avag jî bi şertê kontirola edlî ku bên berdan  sewkî dadgeriyê kiribûn.    Dadgehê derbarê Zorba, Hazal, Îzet de biryara girtinê, derbarê Adem, Selda û Sabrî de jî bi şertê kontirola edlî biryara serbestberdanê da.   Kesên hatin girtin şandin girtîgeha Qersê.