Qeyûm hesabê kurdî betal kir 2020-10-04 17:09:24   QERS - Qeyûmê tayînî Şaredariya Qersê hat kirin Walî Turker Oksuz, Meclîsa Şaredariyê ya ji endamên 5 partiyan pêk dihat betal kir û hesabê medya civakî yê kurdî ya Şaredariyê jî betal kir.     Qeyûmê tayînî Şardariya Qersê hat kirin Walî Turker Oksuz, piştî ku xebatên rêveberiya HDP'ê ji Twîttera şaredariyê jê birin, dûre hesabê kurdî yê şaredariyê "@SQerse" jî betal kir.     Herwiha qeyûm, di heman demê de Meclîsa Şaredariyê ya ji 25 kesan pêk dihat betal kiriye. Meclîsa Şaredariyê ji 10 endamên HDP'ê, 5 CHP'ê, 4 MHP'ê, 3 AKP'ê, 2 DSP'ê û yên din jî, ji endamên serbixwe pêk dihat.