‘Em ê bi hev re pêşerojek azad ava bikin’ 2020-10-04 15:48:15   HESEKÊ - Rêveberiya Dibistanan li Kantona Hesekê bi armanca pêşxistina xebatên dibistanan û çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran bi komek ji xwendekarên dibistanan ên refa amadehî re civîn çêkir.   Bi armanca pêşxistina kar û xebatên perwerdehiyê Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê hevdîtin bi komeke ku ji 7 xwendekarên refe amadehî pêk hat re çêkir. Civîn li navenda Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê hat lidarxistin. Di nîqaşên civînê de perwerdekirina di dema belavbûna Vîrûsa Koronayê û qedexeya derketina derve, kêmasiyên di xebatên perwerdehiyê de, ferq û cudahiya di navbera sîstema xwendina Rêveberiya Xweser û ya rêjîma BAAS ji xwendekaran hate pirskirin.   Civîn ji aliyê Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê Jînda Ehed ve hat çêkirin. Di civînê de Jînda bal kişand ser sîstema Rêvberiya Xweser ku li ser bingeha Netewa Demokratîk tê birêvebirin û wiha pê de çû:”Armanca me avakirina nifşek xwedî exlaq û polîtîk e. Em dixwazin şagirtên me dîrok û zimanê xwe nas bikin ku pêşerojeke azad bijîn.”   Nîqaşên ku derketin pêş wiha bûn: ”Xwendina bi zimanê dayikê, naskirina çand û dîroka xwe şensek ji bo me ye ku em bikaribin xewin û xeyalên bi salan pêk bînin. Ev yek ji bo dapîr û bapîrên me hesret bû. Sîstema netew dewletê tenê yek ziman, çand û al qebûl dikir û pêkhateyên din ji mafên xwe bêpar hatibûn hiştin. Lê îro bi modêla netewa demokratîk me ev sîstem hilweşandin.”   ‘Rêveberiya Xweser pêşxistina zanistê esas digre’   Xwndekara bi navê Rosîm Mihemed jî diyar kri ku di sîstema Rêveberiya xweser de asta zanistê ya mirov pêşve dibe ye û wiha got: ”Di sîstema Netewa Demokratîk  de ezmûn esas nayên girtin, nirxandin tê esasgirtin. Bi vê yekê asta zanistî bi pêş dikeve. Lê di sîstema dewletê de tenê ezmûn esas dihate girtin û li gorî wê ezberê mirov dikare bibe bijîşk an jî mamoste an jî xwedî pîşeyek din.  Dema ku bi vî rengî ezber bi ser bikevin, em ê çi ji bo civaka xwe bikin. Ji bo wê asta pêşxistina zanistî pir girînge. Em ê bi hev re pêşerojeke azad ava bikin.”   Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.