Li Mexmûrê sala nû ya perwerdê dest pê kir 2020-10-04 10:10:32   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehid Rustem Cudî(mexmur)  sala perwerdê ya nû ya 2020-2021'ê li gel ambargoya heyî û di bin metirsya şewba koronayê de hat destpêkirin.    Di meha Adara 2020’î de ji ber belavbuna nexweşiya Korunayê ku bandora xwe li ser başurê Kurdistanê jî kir, bi tevahî ji bo perwerdê li herêmê naber hatibû dayîn. Dibistanên wargeha penaberan a Mexmurê jî ji bo parastina xwendevan û pêşi li belavbuna nexweşiyê bigrin navber dabûn perwerdê. Piştî 8 mihan xwendevanên Wargeha Mexmurê di bin metirsiya nexweşiya korunayê de dest bi perwerdeya xwe kirin.    Hat diyarkirin ku ji ber derfetên kêm û nebuna dibistan û refên mezin wê heta demekê tenê wê li dibistanên seretayî û yên j amadeyî perwerde bê dayîn.