Jiyana wê bi zextan derbas bû lê serî netewand 2020-10-04 09:05:13   WAN - Musvet Kara ya kurê wê di 2014’an de dema leşkerî dikir ji qerekolê reviya û tevlî PKK’ê bû, di rojên borî de agahî girt ku kurê wê jiyana xwe ji dest daye. Li ser vê agahiyê çû Colemêrgê lê cenazeyê kurê wê nedanê.   Musvet Kara, di seranserê jiyana xwe de li dijî zextên dewlet û krîza aborî têkoşîn da. Ji Gimgim a Muşê koçî Aydinê dikin û ji wir jî neçar dimîne koçî Stenbolê bike. Li hemû bajaran hem rastî binpêkirina kedê û hem jî rastî zextan hat. Kurê Musvetê di 2014’an de diçe leşkeriyê û ji wir tevlî PKK’ê dibe. Kurê wê Samet Kara 6 sal şûnde jiyana xwe ji dest dide û Musvet niha ji bo kurê xwe hatiye Wanê. Samet di 2014’an de ku wê demê li Mûşê dijiyan diçe Amasyayê leşkeriyê. Piştî yekîneya acemî diqedîne şûnde wan dişînin Gever a Colemêrgê. Samet di pêvajoya leşkeriyê rastiya dewletê bi kurahî hîs dike. Li ser vê bêdeng namîne û ji qereolê direve û tevlî PKK’ê dibe.   ‘Kurê te li ku ye’   Bi kargoyekê alav û nasnameya kurê wê ji Musvetê re tê şandin û dibêjin kurê te ji leşkeriyê reviyaye. Musvet li kurê xwe digere lê kes jê re nabe bersiv. Polîs bi ser mala wê de digirin û dibêjin kurê te tevlî PKK’ê bûye. Piştî vê gelek caran rastî pirsa ‘kurê te li ku ye’ tê. Musvetê wiha got: “Mehê 3 caran bi ser mala me de digirtin û digotn ‘kurê te li ku ye, tu zanî, cihê wî bêje’.”   Tenê ne bi ser mala Musvetê, bi ser mala keça wê ya li Aydinê dijî jî tê girtin û birayê wê jê tê pirsîn. Polîs bi gotinên weke ‘tu bixwazî em ê birayê te bibînin, li wir jî îstîxbarata me heye’ dixwazin malbatê bi bandor bikin.   Zext bandorê li Musvetê nake   Tevî hemû zextan Musvet û malbata xwe bi bandor nabin. Dewlet taktîkên din pêş dixîne. Dewlet dixwaza malbata wan jî ligel malbatên ku di 2019’an de li ber HDP’a Amedê rûniştibûn, bên cem hev û bang li kurê xwe bikin. Lê Musvet bersivek tund dide. Musvet ji bo wê pêşniyarê wiha vedibêje: “Min kurê xwe sax şand leşkeriyê. Kurê min dewletê winda kir. Ez kurê xwe ji AKP, dozger û dadger dixwazim. HDP’ê kurê min winda nekiriye ku ez biçim ber HDP’ê. Li wir senaryoyek ava kirine, meaşê didin, peywirdarên parastinê didin.”   ‘Ez cenazeyê kurê xwe dixwazim’   Musvet di çapemeniya alîgir de fêr dibe ku kurê wê bi hevalekî xwe re li Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye û li ser vê tê Colemêrgê û rastî bersiva cenaze ne li vir e tê. Li ser vê tê Wanê serî li Komeleya Çand û Yekîneya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de ( MEBYA-DER) da. Musvetê daxuyakirin ku ew cenazeyê kurê xwe dixwaze.   ‘Hûn bixwazin em dikarin kurê we bînin’   Musvetê diyar kir ku ji ber zext û sedemên aborî ji Muşê koçî Aydinê kirine û ji wir jî çûne Stenbolê û got: "Min hevjînê xwe zû winda kir. Ez ji zarokên xwe re hem bûm dê hem bû bav. Min kurê xwe sax teslîmê wan kir. Li ser vê tên zextan li min dikin. Bi ser mala keça min de girtin. Birayê wê dipirsin. Dibêjin hûn bixwazin em dikarin bînin. Kurê min li leşkeriyê winda bû. Min ji çapemeniyê fêr kir ku kurê min jiyana xwe ji dest daye. Ez hatim Colemêrgê. Lê gotin cenaze ne li vir e. Ez cenazeyê kurê xwe dixwazim."   ‘Em ê şopdarê pêvajoyê bin’   Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulîstan Onver jî der barê serlêdanê de axivî û got: "Serlêdan ji bo me girînge. Em ê jî bibin şopdarên vê pêvajoyê."