ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-04 09:00:00   *Dayikên ku çalakiya “Dayikên Gerîla” dest pê kirine, derbarê armancên pêngava xwe û pêşveçûna wê de wiha gotin: “Ev demeke dirêj e ku dîsa xwînmijên serwer êrîşî Kurdistanên dikin, çalakiya me jî li dijî van êrîşan e. Helwesta me diyar in, em aştiyeke mayinde dixwazin. Em ê dest ji doza zarok û pakrewanên xwe bernedin.” DÎMEN HEYE   *Jinên ji bajarê Girê Spî nêrînên xwe di derbarê êrîş û kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê de anîn ziman û wiha gotin: "Ev cara duyemîn e em ji bajarê xwe koçber dibin, her tim çavên me li vegera Girê Spî ye, baweriya me heye em ê rojekê vegerin bajarê xwe."  DÎMEN HEYE   *Hevseroka Meclîsa Encûmana Zagonsaz a Kantona Efrînê  Selwa Ecac rewşa siyasî ya ku li ser xaka Sûriyeyê rû dide anî ziman û got: "Her hêzekê bi armancekê cihê xwe di xaka Sûriyeyê de girt, pêkanîna armanca van dewletan a li ser xaka Sûriyeyê hebûna gel dixe bin xetereyê." DÎMEN HEYE   *Musvet Kara ya kurê wê di 2014’an de dema leşkerî dikir ji qerekolê reviya û tevlî PKK’ê bû, di rojên borî de agahî girt ku kurê wê jiyana xwe ji dest daye. Li ser vê agahiyê çû Colemêrgê lê cenazeyê kurê wê nedanê.   * Hermel, di dermankirina gelek nexweşiyan de tê bikaranîn, wekî salnameya jinê tê nasîn û her wiha li dijî nezerê jî tê bikaranîn.