Li kampa Serdem dibistan vebûn 2020-10-03 18:35:49   ŞEHBA - Heyva Sor a Kurdî û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk dibistanek li kampa Serdemê ya Şehbayê bi şahiyekê vekirin. Heyva Sor a Kurdî û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk(KPC-D) dibistanek li  kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê bi şahiyekê vekirin. di şahiyê de şêniyên kampê, zarok, meclîsa kampê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk amade bûn. Ev dibistan ji refa yekemîn ta 6'emîn di nava xwe de dihewîne.  Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pêkir. Paşê li ser navê Rêveberiya Heyva Sor a Kurdî ya herêma Efrînê Eliye Mihemed wiha got: "Em vekirina dibistanê li zarokan pîroz dikin û em bi hêvî ne ku zarokên me xwendina xwe bi zimanê kurdî bidomînin. Em ê ji bo xwendina zimanê dayikê her amade bin. Ev piroje bi alîkariya komîteya perwerdeya civaka demokratik hat vekirin. Zarokên Efrînê piştî ji Efrîn koçbûn di bin malên hilweşî û konan de perwerdeya zimanê kurdî dîtin û tucarî zehmetî nebû asteng li hember xwesteka wan." Paşê ji aliyê Rêveberiya dibistanê, Mamoste Denyal Dawûd û Mamoste Gulê Miho ve deriya dibistanê hate vekirin. Her wiha Meclîsa kampa Serdmê lênûs û pênûs diyarî zarokan kirin. Her wiha koma stranan a şehîd Rohenda û koma govendê ya şehîd Ronahî ya Tevgera Kevana Zêrîn, hunerên xwe pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. Hêjayê bi bîrxistinê ye ku wê dibistan bi awayek ferdî di 4'ê Cotmehê de dest bi xwendina sala nû bikin.