Kongreya Star li dijî tecrîdê meşa dirêj da destpêkirin 2020-10-03 16:47:50   ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêxistina Kongreya Star a navçeya Ehdazê meşek dirêj li dar xist. Meşa dirêj dê 3 rojan bidome.    Bi dirûşma "Na ji tecrîdê re, bimire îxanet, dem dema azadiyê ye" Rêxistina Kongreya Star a navçeya Ehdas ya girêdayî Kantona Şehbayê li dijî tecrîda girankirî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek dirêj bi tevlîbûna 150 jinê li navçeya Ehrezê li dar xist. Meş ji goristana parkewanên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrazê heta qada navçeya Ehdasê a Şehbayê dom kir. Di meşa dirêj de jinan cilên spî bi nivîsa "Azadiya jinê azadiya Rêber Apo ye" , "Na ji komploya nevneteweyî re", "Serî hildin" û "Azadî ji bo Rêber Apo" li xwe kirin. Her wiha di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû hildan.   Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Ehdasê Hesna Hesen axivî. Hesna wiha got: "Em wek Kongreya Star me dest bi meşa dirêj ji bo azadiya Rêber Apo kir, ji ber azadiya Rêber Apo azadiya civakê û bi tayber ya jin misoger dike. Em bi tundî komplo û tecrîda girankirî li ser Rêber Apo şermezar dikin. Em ê her di nava çalakiyan de bin da ku azadiya Rêber Apo misoger bikin."   Meş bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" di roja xwe yê yekem de li qada navçeya Ehdasê bi dawî bû. Hêjayê gotinê ye ku meşa dirêj wê 3 rojan dewam bike. Roja duyem heta li gundê Tîl Şeîr û roja seyêm jî dê heta Dibistana Mûşatê ya Fafînê meş bê lidarxistin.