‘Hêzên desthilatdar dixwazin civakan ber bi tehlûkeyê ve bibin’ 2020-10-03 16:34:48       KOBANÊ - PYD'ê li Herêma Firatê  derbarê hemleya xwe de civînek li navçeya Qinê li dar xist. Di civînê de wiha hat gotin: "Hêzên desthilatdar dixwazin nexşeya Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe bidin guhertin, ev jî civakan ber bi tehlûkeyê ve dibe. "   Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Herêma Firatê di 14'ê Îlonê de hemleya xwe li dijî êrîşên dagirkeran bi dirûşmeya "Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye" bi daxuyaniyekê ragihandin.  Îro jî li navçeya Qinê ya bajarê Kobanê civîna xwe li dar xistin. Endamên sazî û dezgehên civakî beşdar bûn.      Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakewanên azadiyê, Endama Koordînasyona Kongreya Star ya Herêma Firatê Rewşen Haçim perspektîfên hemleyê bi zimanê Erebî xwendin û paşê nirxandinên xwe di derbarê hemleyê de anî ziman.  Her wiha Hevserokê Desteya hundirîn ya Herêma Firatê Bozan Xelîk rewşa siyasî nirxand û herî dawî jî hevserokê Meclisa Leşgerî ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen rewşa leşkerî nirxand.   'Divê em nehêlin dewleta tirk û çeteyên wî axa me dagir bike'   Rewşen di derbarê hemleyê de û parastina gel a ji axa xwe re wiha got: "Pêwîst e gel li gor perspektîfên ku niha me xwendine bi baldarî tev bigerin.  Ji ber dijmin her tim dixwaze êrîşî herêma me bike.  Divê em ji her tiştî re amade bin. Dema ku me ev perspektîf xwendin, ev nayê wê wateyê ku wê dijmin niha êrîşî me bike, lê pêwîst e gel bizanibe ku em di rewşeke şer de dijîn û li gor wê jî em amadekariyên xwe bikin. Her wiha ji bo rêxistinkirina gel jî divê em gelê xwe bi rêxistin bikin, perwerde bikin û civînan ji gel re li dar bixin. Em hemû dizanin ku şerê taybet li ser civakê tê meşandin û bi taybet li ser ciwanan. Me dît ku çawa dewleta tirk çawa sîxurtiyê li ser ciwanên me ferz dike û derbasî bajarê me dike. Bi riya van ciwanan û bi destê zarokên me dixwaze şoreşa me têk bibe.  Li hemberî van kiryaran divê em hişyar bin û parastina axa xwe bikin."   'Em di qonaxeke aloz de derbas dibin'   Hevserokê Desteya Hundirîn ya herêma Firatê Bozan Xelîk rewşa siyasî nirxand û wiha pê de çû: "Serkeftina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê  bi saya şehîdan bû.  Îro jî dewleta tirk û hin hevkarên wê dixwazin van destkeftiyan têk bibin.  Rojhilata Navîn di qonaxeke aloz de derbas dibe, rejîma ku temenê wê dirêj bûye heya niha jî serweriya xwe ser gel li gelek deverên Sûriyê dide meşandin. Hêzên desthilatdar dixwazin nexşeya Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe bidin guhertin, ev jî civakan ber bi tehlûkeyê ve dibe."   Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.