Çalakiya Xizmên Windayan di hefteya 608'an de ye 2020-10-03 12:59:43   AMED - Xizmên Windayan, di hefteya 608'an de bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiya xwe li ser medyaya civakî li dar xistin û aqûbeta windayên xwe pirsîn.    Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku her heftê pêk tînin, di hefteya 608’emîn de jî bi weşandina vîdeoyekê li dar xistin. Sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Aslan Acer, çîroka windakirina Alî Îhsan Dagli yê li gundê Eşme ya navçeya Farqînê ya Amedê hat binçavkirin, dibin çavan de wêneyê wî hat kişandin û dûre hatibû windakirin xwend.    Yuksel, wiha qala aqûbeta Alî Îhsan Dagli kir: “Alî Îhsan Dagli di 14’ê nîsana 1995’an de, di pevçûnekê de bi 7 mîlîtanên rêxistinê re tê binçavkirin. Keyayê gund Mehmet Şîrîn Kiliç dibe şahid ku Alî Îhsan ji gund dibin û ji destê xwe yê çêpê hatibû birîndarkirin. Li gorî vegotinên keyayê gund; Alî  ewil dibin gundê Hişkamergê. Nîv saetê li vê derê radiwestînin. Dûre li helîkopterê siwar dikin û dibin Qereqola Eskerî ya Farqînê. Keyayê ku dibe şahidê bûyerê tê binçavkirin û rojek şûnde tê berdan. Lê careke din bi tu awayî agahî ji Alî Îhsan nayê girtin.   Lê malbata bi tu awayî encamekê nagire. Dûre bavê Alî Mehmet Dagli di 24’ê nîsana 1995’an de serî li dozgerê DGM’ê dide. Piştre ji malbatê re tê gotin ku kesekê bi navê Alî Îhsan Dagli raste ku hatiye binçavkirin. Dîsa li gorî nûçeya Rojnameya Evrenselê ya di 11’ê Cotmeha 1995’an, ji ber ku malbat serî li ÎHD’ê dide, esker bi ser gund de digrin û malbatê derp dikin. Di Rojnameya Evrenselê de wêneyê Alî Dagli yê dibin çavan de hatibû kişandin tê dayîn. Di wêne de jî, xuya dike ku destê Alî Îhsan Dagli yê çepekê hatiye pêçandan. Malbata Dagli ji bilî vî wêneyê wî, tu agahiyên şênber jê nagirin. Her wiha Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), ji ber windakirina Alî Îhsan Dagli Tirkiye mehkûm kiribû."