HDP qedexeya hevdîtina parêzeran bir rojeva Meclîsê 2020-10-03 12:59:06   AMED - Derbarê biryara qedexeya 6 mehan a ku Dadgeha Bûrsayê daniye ser parêzerên Abdullah Ocalan û sê girtiyên li cem wî, parlamenter Remziye Tosun û Feleknas Ûca pêşniyazname dan meclîsê.   Derbarê biryara qedexeya 6 mehan a ku Dadgeha Bûrsayê daniye ser parêzerên Abdullah Ocalan û sê girtiyên li cem wî, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosûn û qarlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca pêşniyazname dan meclîsê. Remziye û Feleknas, tecrîd û qedexeya li pêşiya parêzeran ji Wezîrê Dadê Abdulhamî Gul pirsîn.   Remziye, di pêşniyaznameya xwe de diyar kir ku ji roja 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîne Tirkiyê bênavber tecrîd û bi sepanên dijhiqûqî re rûbirû ye û 21 sal in tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan didome.     Feleknas jî derbarê qedexeya danîne ser parêzeran da zanîn ku hevdîtin mafê her girtî ye û mafê hevdîtin mafek bi peymanên navnetewî hatiye mîsogerkirin. Feleknas, di pêşnyaznameya xwe de got armanca qedexeya li ser parêzeran çi ye û xwest ev qedexe demildest were rakirin.