Li Cizîrê jinan ji bo kampanyaya 'Em xwe diparezin' li hev civiyan 2020-10-03 11:17:10   ŞIRNEX - Aktîvîstên TJA'yê yên li Cizîrê di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparezin” de dest bi xebatan kirin. Jinan ji bo armancên kampanyayê li hev civiyan.    Di 15'ê Îlonê de li Amedê starta kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) a bi navê "Em xwe diparêzin" hatibû dayîn. Jinan di çarçoveya kampanyayê de bername û çalakiyên xwe xistin meriyetê. Her bajar li gorî taybetmendiya xwe plansaziyek kir. Li Cizîra Şirnexê jî aktîvîstên TJA'yê bi minasebeta kampanyayê li avahiya HDP'ê hevdîtinek pêk anîn.    Hevdîtina jinan li Eywana Konferansê ya HDP'a Cizîrê pêk hat. Parlamentera HDP'ê Şirnexê Nuran Îmîr, aktîvîstên TJA’yê û gelek jin tevlî hevdîtinê bûn. Jinên dê li ser kampanya û armancên kampanyayê rawestin. Jinan dê mijarên serekê şîdet, taciz, tecawiz û kuştin jinan binirxînin û plansaziya xwe derbixin.    Hevdîtina jinan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.