Ciwanên Efrîn û Şehbayê li dijî tecrîdê meş li dar xistin 2020-10-03 08:27:44   ŞEHBA / HELEB - Li dijî komploya navneteweyî û tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Heleb û Şehbayê meşekê girseyî hat lidarxistin.    Li dijî komploya navneteweyî û tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Kantona Şehbayê û bajarê Helebê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreger ên Sûriyê ve meşekî girseyî hat lidarxistin û tecrîd hat şermezarkirin.     Ciwanên li Şehbayê daketin qadan   Bi dirûşmeya "Bi rihê cenga Heftanînê em ê komplo têk bibin û faşîzmê birûxînin, serkeftin û azadiyê misoger bikin" Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê meşek girseyî li gundê Til Sosînê ya Kantona Şehbayê lidarxistin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Ciwanên Şoreşger û pankartên bi nivîsa "Na ji tecrîda girankirî re", "Dem dema azadiyê ye" û "Em ê teqez bi serkevin" hatibûn hildan. Piştî meşê bi deqeyek rêzigirtin ji bo cangoriyên azadiyê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Ciwanên Efrînê Ronahî Hec Ebdo ve hat xwendin.     Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê em komploya navneteweyî yê li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Di 9’ê Cotmeha 1998'an de bi tifaqiya dewletên navneteweyî ev komplo li ser Rêber Apo hat meşandin. Armanc ji vê komployê ew e ku qirkirina Gelê Kurd bû. Ruxmî ku 22 sal li ser vê komployê didome lê hêzên hegomanîk negihêştin aramca xwe. Ev dem ne dema ku em banga dewlet û aliyan bikin, lê belê dem dema rizgarkirina Rêber Apo ye û ji bo vê jî em ciwanên Şoreşger ên Sûriyê hemleya xwe ya bi dirûşmeya "Em teqes bi serkevin" ku me dabû destpêkirin, em ê bidomînin.  Em bang li CPT dikin ku li pirensîbên xwe xwedî derbikevin. Bi hêz, israrkirin û tekoşîna ciwanan em ê hemû komployan têk bibin û Rêber Apo ji Îmraliyê rizgar bikin.   Li Helebê bi meşekê meşaleyî tecrîd hat şermezarkirin   Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ya bajarê Helebê bi meşekê meşaleyî komploya navneteweyî û tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di meşê de bi sedan ciwan, sazî û dezgehên sivîl amadebûn. Her wiha di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartê bi nivîsa "Dem dema azadiyê ye" hatibû hildan. Meş ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger destpêkir heta taxa Eşrefiyê dom kir.    Piştî meşê bi deqeyek rêzigirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hemrîn Qasim tecrîd şermezar kir û wiha got: "Ev 22 sal li ser komploya navneteweyî yê li dijî Rêber Apo derbas dibe, ev komplo di şexsê Rêber Apo de li ser Gelê Kurd hate kirin. Ev komplo destpêkirina şerê cîhanê ya sêyemîn bû. Ji bo ku Gelê Kurd divê şerê de nebin xwedî statû hemû şerên giran li ser wan tê meşandin. Em weke ciwanên şoreşger em tucarî vê komployê qebûl nakin û em ê ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakiyan de bin. Tu dagirkerî nikare roja me tarî bike."