54 şaredariyên HDP'ê hatin xespkirin 2020-10-02 15:43:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartinên 31'ê Adarê de HDP'ê 65 şaredarî bi dest xist, lê mazbatayên 6 hevşaredaran nehat dayîn, qeyûm tayînê 48 şaredariyan hatin kirin û 19 hevşaredar jî di demên cuda de hatin girtin. Niha di destê HDP'ê de 6 şaredarî hene.    Di 31’ê Adara 2019’an de li Tirkiyeyê hilbijartina xwecihî pêk hat. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevî hemû zextan di hilbijartinê de li bajarên kurdan 65 şaredarî bi dest xist. 3 Şaredariyên Bajarên Mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 ji bajarok bi dest xistibûn. Beriya vê serdemê di hilbijartina adara 2014’an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 102 şaredarî bi dest xistibû. Di 2016’an de îqtîdarê dest bi polîtîkaya qeyûman kir û di nava salekê de qeyûm tayînî ser hemû şaredariyên DBP’ê kir. Lê HDP’ê û hemû pêkhate û tifaqa xwe di hilbijartina 31'ê Adarê de li cihê qeyûm hatibûn tayînkirin qezenç kir.    Piştî hilbijartina 31’ê adara 2019’an Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li ser daxwaza namzetên AKP’ê mazbatayên 6 namzetên HDP’ê ku bi rêjeyên bilind bi ser ketibûn, bi hinceta mexdûrên KHK ango ji karmendiya dewletê îxrac bûbûn betal kir û mazbata da namzetên AKP’ê. YSK’ê mazbatayên hevşaredarên navçeya Rezana Amedê, bajarokê Bazarcixa girêdayî navçeya Dîgora Qersê, navçeya Artemêtana Wanê, navçeya Ebexa Wanê, navçeya Tûşbaya Wanê, navçeya Tekmana Erziromê neda wan û mazbatayan da namzetên AKP’ê. Bi vê yekê re hejmara şaredariyên HDP’ê qezenc kiribû daket 59 şaredariyan.    Di 19’ê tebaxa 2019’an de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hat kirin. Bi hinceta derbarê hevşaredar Selçûk Mizrakli, Ahmet Turk û Bedîa Ozgokçe de lêpirsînên hatibûn destpêkirin didomin ji wezîfeyê hatin dûrxistin û waliyên van bajaran tayînî şûna wan hatin kirin. Bi tayînkirina ewil a van qeyûman re hejmara şaredariyên HDP’ê daket 56 şaredariyan. Di mehên îlon, cotmeh, mijdar û kanûnê de û her wiha di pêvajoya vîrûsa koranayê de jî qeyûm hatin tayînkirinê şaredariyên HDP'ê kirin. Bi tevahî 48 şaredariyên HDP'ê bi rêya qeyûman hatin xespkirin.    Ji ber tirsa dê qeyûm tayînî şûna wî bikin û dê were binçavkirin Serokê Şaredariya Bajarokê Kaniyahenê ya girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê Firat Karabûlût di 10’ê kanûna 2019’an de ji HDP’ê îstîfa kir. Bi giştî niha di destê HDP'ê de 6 şaredarî hene. Her wiha niha 19 hevşaredar di demên cuda de hatin binçavkirin û girtin. Her wiha hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî hêj di binçavan de ye.    21 hevşaredarên ku di demên cuda de hatine girtin; Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksu û Burhanettîn Şahîn, hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, hevşaredarên Geverê Remziye Yaşar û Îrfan Sari, hevşaredarê Nisebînê Ferhat Kut, hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli, hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu, Hevşaredara Dêrîkê Mulkiye Esmez, hevşaredara Begirê Yilmaz Şalan, hevşaredarê Qelqeliyê Yakup Almaç, hevşaredara Qoserê Nîlûfer Elîk Yilmaz, hevşaredarê Kopê Adnan Topçu, hevşaredarê Egilê Mustafa Akkul, hevşaredarê Halfeliyê Hasan Safa, hevşaredarê Idirê Yaşar Akkuş, hevşaredarê Elihê Mehmet Demîr, hevşaredarê Yenişehirê Îbrahîm Çîçek, hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen.   Hinek 'îcraatên" qeyûm ev in:   * Qeyûmê tayinî Şaredariya Bêgirê hat kirin tabelayên Mal Pirtûkan a Jinê ya Ayşe Şan û Mala Mêvanan danî û girt.     * Qeyûmê ku tayinî Şaredariya Erdişê bû wêneyên wêjekar û şairên kurdî ên li ser otobosa veguhertibû pirtûkxaneya bi navê ‘Pirtukbês’ jê kirin.    * Polîs li Navenda Jinê ya Binevşê hat bicihkirin.   * Cihê beşa serîlêdana li dijî tundiyê ya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê hat girtin.    * Projeya avzankî ya jinê ya Elbakê hat sekinandin.   * Projeya futbola jinê ya Şaredariya Armûşê hat sekinandin.    * Mêr tayînî Muduriyeta Polîtikayên Jinê ya Giyadînê hat kirin.    * Qeyûm Şaredariya Celadet Elî Bedirxan a Şaredariya Sêrtê xera kir.    * Jinên li Navenda Piştevaniya jinê SELIS'ê dixebitîn tayînî dereke din hatin kirin û mêrek tayinî muduriyetê hatin kirin.