Rapora derbarê Girtîgeha Şirnexê de hat aşkerakirin 2020-10-02 15:27:00     ŞIRNEX - Rapora binpêkirinên mafan a derbarê Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de ku hat amdekirin bi raya giştî re hat parvekirin.   Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Şirnexê, derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tên jiyîn, raporek amade kir. Komîsyonê piştî hevdîtinên bi Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Navenda Referans Cizîr a Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şernexê, rapora xwe ya amade kiribû, bi raya giştî re parve kir.   Di raporê de wiha hat  gotin: “Di dema sewqên di 25’ê Îlonê de, mûameleya xirab li girtiyan hatiye kirin. Piştî giliyên girtiyana di 30’ê Îlonê de bi dozger û rêveberiyên girtiyan re hevdîtin hatine kirin. Di heman demê 29 girtî ji girtîgeha Osmaniyê, Meletiyê, Mêrsîn/Tarsûs û Mereş/Turkoglûyê sewqên cihên din hatinkirin û girtî beyî riza dilê xwe hatine sîngûn kirin.    Li gorî agahiyên malbatan Omer Urum, Yahya Îdîn, Mezalum Guzel, Yusuf Şahîn, Osman Beytur, Seyduş Daniş, Mûsa Kulter, Hakan Kutlu, Nesîn Kalkan, Ugur Urun û Hamît Lengîl sewqî girtinîgehên cuda hatin kirin. Ji ber vê heqaret li wan hatiye kirin û gefa “Hûnê hêza dewletê bibînin” li wan hatiye xwarin.”