17 siyasetmedar hatin girtin 2020-10-02 10:24:24   ENQERE - 20 siyasetmedarên ku di çarçoveya "Lêpirsîna Kobaniyê" de hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin. Dadgeh jî biryara girtina 17 siyasetmedaran da.    Endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a HDP’ê û parlamenterên HDP’ê yên berê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 25’ê îlonê de hatibûn binçavkirin. 20 siyasetmedarên HDP’yî ku 9 rojbûn di binçavan de duh birin Edliya Enqereyê û îfadeyên wan hatin girtin. Îfade dayîn û biryara dadgehê heta vê sibehê dewam kir. Piştî îfadeyên siyasetmedaran qediyan, dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara berdana Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya da.    Kesên ku hatin girtin jî ev in: "Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Alp Altinors, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Nazmî Gur, parlementera berê Ayla Akat Ata, Hevseroka Giştî ya BDP'ê ya berê Emîne Ayna, endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Bîrcan Yorûlmaz, Berfîn Ozgu Kose, Dîlek Yagli, Can Memîş, Gunay Kûbîlay, Bulent Parmaksiz, Pervîn Odûncû, Îsmaîl Şengun û Cîhan Erdal, Hesabgêrê Giştî yê HDP'ê yê berê Zekî Çelîk, Endamê RTUK'ê yê HDP'ê Alî Urkut û parlemntera berê Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun."