Mamosteya Zimanê Kurdî: Divê em wek Zara, Vîyan û Ferzad li zimên xwedî derkevin 2020-10-02 09:12:39   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Mamosteya Zimanê Kurdî ya Kantona Kobanê Cakilîn Şêx Xidir têkildarî 5'ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê da zanîn ku keda herî mezin a di nava civakê de ya mamosteyan e. Ew in ên ku nifşên pêşerojê bi rê ve dibin û hebûna xwe diparêzin û got:"Ji bo xwedîderketina li zimanê xwe û hebûna xwe bi sedan mamosteyên kurd ên wek mamoste Zara Mihemedî, Viyan Amara û Ferzat Kamanger têkoşîneke mezin kirine. Divê em jî wekî wan xwedî li zimanê xwe derkevin."   Bi hewildana Rêxistina Mamosteyan a Navneteweyî, Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ÎLO) û Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) biryara daxwaza têkildarî statuya mamosteyan tê dayin. Ev statuya ji bo mafên mamosteyan dibe gaveke dîrokî. Her wiha ev wekî peymaneke navneteweyî ye. Di 1994'an de bi îlankirina ÎLO û UNESCO'yê jî 5'ê Cotmehê li gelek welatî di dîrokên cuda de tê pîrozkirin.    Di çarçoveya 5'ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê de Mamosteya Zimanê Kurdî ya Kantona Kobanê, Cakilîn Şêx Xidir li ser rewşa zimanê kurdî û girîngiya zimanê dayikê de axivî.    'Mamoste dayika duyem ya xwendekaran e'   Cakilînê da zanîn ku bê mamosteyan tu carî asta xwendinê nayê bilindkirin û wiha got: "Di serî de ez roja cîhanî ya mamosteyan li tevahî mamosteyên cîhanê û bi taybet mamosteyên ku li ber xwe dane û gihîştine asta şehadetê, pîroz dikim. Bi saya van şehîdan îro em gihîştin vê astê. Ji bo em xwedî li zimanê xwe û hebûna xwe derkevin bi sedan mamosteyan têkoşîn kirin. Mamoste Zara Mihemedî, Viyan Amara û Ferzat Kamanger têkoşîneke mezin ji bo Zimanê Kurdî kirin. Ev roja ku ji bo mamosteyan hatiye damezrandin armanca wê ew e ku mafên mamosteyan yê rewa were dayîn. Her wiha armanca vê rojê ew e ku kêmasiyên mamosteyan bên çareserkirin û ji bo parastina pêşeroja mamosteyan ji aliyê Netewên Yekbûyî û hin rêxistinên dîtir ve  hat îmzekirin û bû roja cîhanî ya mamosteyan. Li gor zagonên dewletan ev roj dîrok û şêwayê wê tê guherîn. Her wiha gelek mamoste rastî zext û êrîşan tên bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê. Dema em bala xwe bidinê mamosteyek bi zimanê Kurdî xwendekaran fêrî ziman dike wê demê rastî êrîş û binçavkirinê tê û gelek caran jî ew mamoste têne îşkencekirin û cezakirin."   'Rola mamosteyan di nava civakê de girîng e'   Cakilînê bal kişand ser keda mamosteyan û wiha pê de çû: "Mamoste her tim alîkariya xwendekaran di aliyê fikrê rexnekirinê de dike û hevpeywendî di hemû waran de fêrî wan dike, her tim bi hev re dibin alîkar û pirsgirêkên heyî di nava xwe de çareser dikin û bi hev re digihêjin biryaran. Erka mamosteyan ya sereke perwedekirina xwendekaran e. Divê mamoste xwedî biryarên xurt bin û bi hişyarî mamostetiyê bikin, ji ber em nifşê pêşeroja civakê mezin dikin. Mamoste di heman demê de erka dayik û bav jî digire ser milê xwe. Li her deverê pêwîst e em xwedî li zimanê xwe derkevin, ji ber hîna li gelek deveran weke Tirkiyeyê, Îranê û gelek deverên din mamosteyên Kurd ji ber zimanê xwe diparêzên tên girtin û di îşkenceyan re derbas dibin, heta têne darvekirin jî. Karê mamostetiyê karekî giran e û her kes nikare vî barî rake. Dema mamoste bi xwendekaran re mijûl dibe û wek heval nêzî wan dibe, xwendekar jî zêdetir ji dibistanê hez dike û fêrî çanda bingehîn a civaka xwe dibin."   'Ji ber êrişan dersên me kêm man'   Cakilînê di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji ber politikayên şer di waneyan de zehmetî hatin jiyîn û wiha domand: "Di berê de zimanê erebî di dibistanan de fermî dihat dayîn, lê niha em zimanê kurdî di dibistanan de didin û zehmetiyên wê jî hene. Zimanê kurdî zimanekî dewlemend e û li gor herêman zarava tê guhertin û ji bo wê jî em zehmetiyan dijîn. Me berê bi lêkolînan û nîqaşan wane didan. Di sala 2019/2020'an de me gelek zehmetî dît. Di serî de ji ber şerê dewleta tirk xwendevan nedikarîn werin dibistanan û niha jî ji ber Vîrûsa Koronayê nikarin werin. Her çiqas me bi rêbazê Only wane bida jî xwendevan zehmetiyan dijiyan. Her wiha hin xwendevan ji ber înternetê bi kar naynîn ji perwerdeyan dûr man. Hem me hemjî xwendevanan zehmetî dîtin."   'Di sîstema me de ferq û cudahî nîne'   Cakilînê herî dawî bal kişand ser dibistanên zimanê kurdî û wiha bi dawî kir: "Di pergala dewletan de  û bi taybet ya Rejîma BAAS'ê de, di navbera xwendevan û mamosteyan de ferq û cudahî heye. Di pergala dewletan de ji ber nêzîkatiyên hin mamosteyan xwendevan şerm dikirin û nedikarîn pirs jî bipirsin û perwerdeyên ku didan jî piranî jiberkirin bû. Lê di navbera pergala dewletan û Rêveberiya Xweser de ferq û cudahiyek mezin heye. Niha di sîstema me de di navbera mamoste û xwendevanan de tu ferq û cudahî nîne. Mamoste pir rehet nêzî xwendevanan dibin. Em jiberkirinê bingeh nagirin, em pirs, bersiv û nîqaşê di waneyên xwe de bingeh digirin.  Her wiha em derfet didin xwendevanan da ku li gor kapasîteya xwe p3işeya xwe hilbijêre. Her wiha ji bo ku zarokên me jêhatî bibin em perwerdeyê bi wan didin hezkirin."