'Meclîsa Jina Azad bû nasnameya tevahî jinan' 2020-10-02 09:11:15   Ferîde Zade    ŞEHBA - Berdevka Meclîsa Jina Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Çepo xebatên nû yên Meclîsa Jina Azad a Kantona Şehbayê û gavên ku di navbera 3 salan de hatine avêtin nirxand. Rîhabê da zanîn ku Meclîsa Jina Azad bû nasnameya hemû jinan û wiha got: "Jina Şehbayê bi avakirina Meclîsa Jina Azad re mohra xwe li dîrokê xist û bû nasnameya tevahî jinan."   Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê di sala 2017'an de li ser esasê birêxistinkirina jinan, çareserkirina pirisgirêkên wan û pêşketina vîna jinê ya di nava civakê de hat avakirin. Piştî 4 salan bi avêtina gavên girîng a ji bo azadiya jinê û meşandina xebatên ku jina ereb  ber bi rizgariyê ve kişand, Yekîtiya Jina Azad veguherî Meclîsa Jina Azad a Kantona Şehbayê. Derbarê mijarê de Berdevka Meclîsa Jina Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Çepo  ser xebata nû ya Meclîsa Jina Azad a Kantona Şehbayê nirxandin kir û ji me re parve kir.    'Jinên Şehbayê mohra xwe li dîrokê xistin'   Rîhabê di destpêkê de  bal kişand ser xebata Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê û gavên jinan û wiha got: "Bi rizgarkirina Kantona Şehbayê ya ji Komên Çeteyên DAIŞ'ê, me pêwistî  bi avakirina yekîtiyekê ya ji bo  tevahî jinên Şehbayê dît. Di sala 2017'an de li ser bingeha rizgariya jinên herêmê û tevlîbûna wan a di nava civakê de Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê hat avakirin. Bi avakirina Yekîtiyê re jinên Şehbayê  gelek gavên girîng avêtin û mohra xwe li dîrokê xistin. Piştî 4 salan a ji meşandina xebatên di konferansa 3'emîn a Yekîtiya Jina Azad a li Kantona Şehbayê, Yekîtiya Jina Azad, veguherî Meclîsa Jina Azad. Meclîsa Jina Azad a Kantona Şehbayê xebatên nû bi xwe re anî."   'Xebateke nû kete ser milê me'    Rîhabê bal kişand ser xebatên nû yên Meclîsa Jina Azad û wiha pê de çû: "Bi pêkanîna Meclîsa Jina Azad erkek nû kete meriyetê. Xebatên nû jî ev in: Avakirina komîteyên nû û saziyên nû yên ji bo jinan, zêdekirina hejmara jinan a di sazî, meclîs û komînan de û bilindkirina asta pêşxistina jinên di nava tevahî saziyan de. Ji bo xurtkirina xebatê kedeke pir mezin hat dayin, her wiha jinên hemû pêkhateyan di nava meclîsê de cihê xwe girtin."   'Meclîsa Jina Azad bû nasnemeya tevahî jinan'   Rîhabê di dawiya gotinên xwe de teqez kir ku Meclîsa Jina Azad nasnemeya tevahî jinên Şehbayê ye û wiha bi dawî kir: "Di nava bernameya du salan a Yekîtiya Jina Azad a li Kantona Şehbayê xebatên nû hatin pêşxistin. Xebatên mîna perwerdekirina jin û mêran a bi riya akademiyan, avakirina projeyan a ji bo xurtkirina aboriya jinan, zanekirina jinan a li ser fikir û felsefeya netewa demokratîk tên kirin. Meclîsa Jina Azad bû nasnemeya tevahî jinan. Em bi hêvî ne ku tevahî  jin xwe di nava vê xebatê de bibînin."