Nergiz Ant: Hejmara jinên tundî li wan tê kirin zêdetir e 2020-10-02 09:05:04   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Seroka Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Sîlopiyê Nergîz Ant, derbarê Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybetgot de nirxandin kir. Nergizê diyar ku komele ji bo piştevaniya bi jinên tundî li wan tê kirin hatiye vekirin û di berdewamiyê de got: " Heta niha hejmareke kêm a jinan ji ber tundiyê serî li komeleyê daye lê em dizanin ku hejmara jinên tundî li wan tê kirin zêdetir e."     Taybet Înan a 57 salî di 14'ê Kanûna 2015'an de di dema îlanankirin rêveberiya xweser de ku qedexeya derketina derve  hatibû îlankirin de qetil kirin û 7 rojan cenazeyê wê li erdê mabû. Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sîlopiya Şirenexê ji bo navê Taybetê bide jiyîn di bin banê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariyê de li taxa Cûdiyê di 10’ê Tirmehê de komeleya  bi navê Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybet vekir. Seroka Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Sîlopiyê Nergîz Ant, derbarê kar û xebatên komeleyê de nirxandin kir.   Nergîz, sedema vekirina komeleyê bi bîr xist û wiha got: “Tundiya li ser jinê li hemû qadên jiyanê berdewam dike. Di pêvajoya pandemiyê de jî tunî ji ser jinan kêm nebû. Ji bo ku em pêşiya vê tundiyê bigirin û xwe bigihînin jinan me ev komele vekir."   'Tundî roj bi roj zêde dibe’    Nergîzê, diyar kir ku wekî li hemû deveran li herêma Botanê jî tundiya li ser jinê zêde bûye û wiha domand: “Li botanê her kes hev nas dike. Ji ber wê jinên tundî li wan tê kirin nikarin biçin serî li saziyên têkildar bidin. Ji ber wê ye ku zêde serlêdan nayên kirin. Lê em dizanin ku hejara jinên tundî li wan tê kirin zêdetir e. Vekirina komeleyê jinên herêmê kêfxweş kir. Em ê li taxên Silopiyê civînên di derbarê tundî û êrşşa zayendî ya li ser zarokan li dar bixin û bi jinan re di têkiliyê de bin."   ‘Bila jin bên mafên xwe biparêzin’   Nergîzê, di dawiya axaftina xwe de got jin nebitenê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinên ku serî li şêwirmendiyê didin, derûnnas û civaknasên me alîkariya wan dikin. Ji aliyê madî, manewî û hiqûqê de çi pêwîst be wê dikin. Em tim alîkariya jinan dikin û rê nîşanî wan dikin. Em bang li jinan dikin ku dengê xwe bilind bikin. Werin serî li şêwirmendiyê bidin û em alîkariya wan bikin. Bila jin serî li me bidin û ji bo parastina mafên xwe têbikoşin. Divê em li hember tundiyê bêdeng nebînin.”