ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN 2020-10-02 09:00:00   *Berî dewleta tirk û komên girêdayî wê bi destûra hêzên desthilatdar ên wekî Rûsya û Emerîkayê êrişî Girê Spî û Serêkaniyê bikin jiyaneke wekhev û demokratîk li van herêman hatibû avakirin. Piştî êrişan binpêkirina mafan, tecawiz, destdirêjî, revandin, talankirin, guhertina demografiyê û hedefgirtina jinê dest pê kir. DÎMEN HEYE   *Jinên Ciwan ên Kantona Efrînê derbarê xeteriya şerê taybet a di nava civakê de û bandora şerê taybet ê li ser ciwanan nêrîna xwe anîn ziman û wiha gotin: "Ciwan dînamîka civakan e, dewletên hegemon ji bo hilweşandina civakê şerê taybet li ser mêjiyê ciwana dide meşandin. Li hember xeteriya şerê taybet xweperwerdekirin girîng e."  DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên li navçeya Şêrewayê dimînin têkildarî rewşa gel a di nava êriş û dorpêçê de da zanîn ku gel li dijî êriş û topbaranê berxwedana xwe didomîne û wiha gotin:"Tevî êriş, dorpêç û astengiyên jiyanê gel berxwedana xwe didomîne û li dijî hemû kiryarên ku dixwazin vîna wan bişkîne, têdikoşin."  DÎMEN HEYE   *Seroka Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Sîlopiyê Nergîz Ant, derbarê Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybetgot de nirxandin kir. Nergizê diyar ku komele ji bo piştevaniya bi jinên tundî li wan tê kirin hatiye vekirin û di berdewamiyê de got: " Heta niha hejmareke kêm a jinan ji ber tundiyê serî li komeleyê daye lê em dizanin ku hejmara jinên tundî li wan tê kirin zêdetir e."   BI DÎMEN   *Berdevka Meclîsa Jina Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Çepo xebatên nû yên Meclîsa Jina Azad a Kantona Şehbayê û gavên ku di navbera 3 salan de hatine avêtin nirxand. Rîhabê da zanîn ku Meclîsa Jina Azad bû nasnameya hemû jinan û wiha got: "Jina Şehbayê bi avakirina Meclîsa Jina Azad re mohra xwe li dîrokê xist û bû nasnameya tevahî jinan." DÎMEN HEYE   *Hedla Ugur li Pirsûsa Rihayê cotkariyê dike, ji qeyrana aboriyê bi gazinc e û got: "Em kedek didin lê belê em beramberê keda xwe encamek nagirin. Keda ku em bi mehan didin vala diçe." BI DÎMEN    *Mamosteya Zimanê Kurdî ya Kantona Kobanê Cakilîn Şêx Xidir têkildarî 5'ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê da zanîn ku keda herî mezin a di nava civakê de ya mamosteyan e. Ew in ên ku nifşên pêşerojê bi rê ve dibin û hebûna xwe diparêzin û got:"Ji bo xwedîderketina li zimanê xwe û hebûna xwe bi sedan mamosteyên kurd ên wek mamoste Zara Mihemedî, Viyan Amara û Ferzat Kamanger têkoşîneke mezin kirine. Divê em jî wekî wan xwedî li zimanê xwe derkevin." DÎMEN HEYE   *Endama MYK'a ÎHD'ê  Nuran Çevîrmen, diyar kir ku ji ber rewşa pandemiyê şert û mer li girtîgehan girantir bûne û ji bo kesên ku diçin nexweşxaneyê jî 14 rojên karantînayê ku girtî tê de tên hiştin veguheriye îşkenceyê. DÎMEN HEYE