Konfransa Tevgera Ciwanên Şoreşger bi biryarên girîng bi dawî bû 2020-10-02 08:29:00   QAMIŞLO - 2'yemîn Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya Herêma Cizîrê bi dirûşmeya "Dem dema azadiyê ye, em ê teqez bi ser bikevin" li bajaroka Rimêlanê destpêkiribû, bi bîryarên girîng bi dawî bû.   Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya Herêma Cizîrê 2'yemîn konferansa xwe bi dirûşmeya  "Dem dema azadiyê ye, em ê teqez bi ser bikevin"  bi tevlîbûna 650 delegeyan li Çand û Hunera Aram Tîgran a bajaroka Rimêlanê ya Kantona Qamişloyê dabûn destpêkirin, bi bîryarên girîng  û avabûna Meclîsê bi dawî bû.  Piştî pêşkêşkirina sînevîzyona li ser kar û xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger, rewşa kar û xebatê salekê hate nirxandin. Paşê 26 kes ji bo meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hilbijartin.    Biryarên ku di konferansê de hatine girtin wiha ye:   "* Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan beriya her tiştî ye, ji bo wê bi rihekî seferber kar û xebat meşandin.   * Hemû  xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî were bi rêxistin kirin.   * Ji bo ji nû ve rexîstîn kirin û mezin kirina xebaten ciwanên şoreşger hemû cîwanan tevli kar û xebatê bikin.   * Ji bo tekbirina dagirkerî û îxaneta  li ser Rojava û tevahî Kurdistane bi awayekî xurt tevli pengava "Dem dema azadiyê ye, em ê teqez bi serkevin" bibin.   * Ji bo azadiya  jine bi awayekî xurt tekoşîn meşandîn. Di çerçoveya kampanyaya "Ji şîddeta ser jinê, zewaca temene bîçuk, tacîz û tecawîzan em dîbejîn na" aktif tevlî çalakiyan bibin.   * Di çarçoveya hemleye de li hemberî erişên şere taybet têkbikoşin.   * Di çerçoveya xebatên avakirinê de li hemû gund, navçe û bajaran de komînên ciwanan were avakirin.   * Di çarçoveya hemleyê de ji bo xebatên ragihandinê mîna tv, radyo û medya civakî xebat werin meşandin."   Konferans bi dirûşmeya  "Bijî Seroka Apo" bi dawî bû.