'Girtiyên li Girtîgeha Wanê li erdê radikevin' 2020-10-01 17:01:05   WAN - Derbarê binpêkirina mafan ên li girtîgehên Wanê de Şaxa ÎHD’ê ya Wanê raporek eşkere kir û diyar kir ku ji ber qawîş qelebalix in hin girtî li erdê radikevin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê têkildarî binpêkirina mafên girtiyên li girtîgehên Wanê tên ragirtin raporek amade kir û bi civînek çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Serokê Şaxa ÎHD’ê Mûrat Melet û endamên komeleyên beşdarî civînê bûn.    Di raporê de hat diyar kirin ku li girtîgehên Tîpa T, Tîpa F û Ewlehiya Bilind ên Wanê bi hinceta vîrûsa koronayê mafên yasayî yên girtiyan ji holê hatine rakirin û di raporê de wiha hat gotin: "Li girtî li girtîgehan bi binpêkirinên wek, di serdema şewbê de girtiyên derxistine derveyî qawişê li ser wan lêgerîn hatiye kirin, mafê navbera civakî hatiye binpêkirin, girtiyên xwestine mafên xwe yên tenduristiyê bikar bînin bi pêvajoya 15 rojan a karantînê re, rûbirû hatine hiştin. Girtî ji bo nekevin karatnînayê dest ji mafên xwe yên tedawiyê kişandine.    Girtî neçar dimînin sê çar rojan lepikek û maskeyek bikar bînin. Kelûpelên paqijiyê bi sînorkirî û kêm tên temînkirin. Girtî ji pirtûkên kurdî bêpar dimînin. Hatiye tespîtkirin ku çar sal in girtî girtî û hikumxwar tên kategorîzekirin. Bêyî tu hincet were nîşandan, rojname, kovar û pirtûkên ji aliyê girtiyan ve tê xwestin an qet nadin girtiyan an jî dereng didin wan. Mafê girtiyan ên ragihandin ê û azadiya mafê agahî wergirtinê tê astengkirin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê me girtî Feyyaz Başak re hevdîtin kir. Feyyaz Başak diyar kir ku di qawîşan de hejmara girtiyan gelek zêde ye û di qawîşek divê 3 kes bimînin lê 14 girtî dimînin û hin girtî neçar in li erdê rekevin. Feyyaz got ku ew nikarin xwe bigihînin kelûpelên paqijiyê, tedawiya girtiyan nayê kirin, girtiyên nexweş ranakin nexweşxaneyê û mafên wan ragihandinê hatine desteserkirin û wêneyên malbatan ji bo girtiyan şandine nadin girtiyan. Feyyaz Başak diyar kiribû ku alava hilmij nedane Harûn Sîvîm, girtiyên bi navê Abdulbari Tenîk û Ramazan Adilbeylî tevî ku nexweşên kronîk in jî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin û gefa dê wan bixin karantinayê li wan hatiye xwarin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê me bi girtî Hulya Ertaş re hevdîtin pêk anî û ew ji kelûpelên paqjiyê bêpar dimînin û mafên girtiyên ên pirtûk, rojname û kovaran hatine desteserkirin û nikarin bigirin.   Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê jî bi girtî Ferhat Sayiner re me hevdîtin kir û Ferhan diyar kir ku aktîvîteyên wan ên wek werzîş û sohbetê hatine destesekirin û bênavber û ji nişkeve lêgerîn li qawîşên wan tê kirin. Ferhat di hevdîtinê de da zanîn ku ew nikarin kelûpelan ji karantînayê temîn bikin û pirtûk, rojname û kovaran nadin wan û du meh in kargoyên girtiyan nedane wan.    Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî bi girtî Metîn Ûyar re hevdîtin hatiye kirin û Metîn anî ziman ku girtî bi zehmetiyên giran re rûbirû ne û îdareya girtîgehê guh nade daxwaz û gazinên girtiyan. Metin diyar kiriye ku rêveberiya girtîgehê pirtûkên kurdî nade girtiyan."