Navê Hevrîn Xelef di nava lîsteya navneteweyî de cihê xwe girt 2020-10-01 12:13:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Navê jina siyasetmedar Hevrîn Xelef weke jineke xwedî bandor ku mohra xwe li dîrokê daye di nava lîsteya Komeleya Mafê Jinan a navneteweyî de cihê xwe girt.    Komeleya Mafê Jinan (AWID)  di sala 1982'an ji bo hevsengiya hiqûq, parastina hiqûqê, jinê, edaleta di navbera jin û mêr de, hat damezrandin. Di nava arşîva vê komeleyê de 450 jin ji tevahî welatên cîhanê weke jinên xwedî bandor û mohra xwe li dîrokê dane hatine hilbijartin. Yek ji van jinan jî Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef a ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hat qetilkirin e.    Ev arşîv navê jinên kurd, emezîx û ereb di nava xwe de vedihewîne. Ji bo bîranîna jinên ku mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hiştine ev arşîv hate amadekirin. Di vê arşîvê de 450 jinên siyasetmedar, hiqûqnas ji 88 welatên cîhanê hatine hilbijartin.    Komeleyê destnîşan kir ku ev jin, jinên xwedî mêjî û fikrekê dewlemend in ji bo wê pêwist e her di hafizeya civakê de bimînin û navê wan derbas bibe.    Jina siyasetmedar Hevrîn Xelef yek ji jinên pêşeng bû ku rêxistineke jin ava kir û bi îradeyeke xurt xwest ku Sûriyeke demokratîk û nenavendî pêş bikeve. Her wiha ji bo wekheviya di navbera mêr û jin de û bi destxistina mafê jinan bê ferq û cudahî di navbera netewên di Sûriyê de têkoşîneke bê hempa da. Hevrîn bi pêşengtiya xwe xwest pêşerojeke azad ji hemû jinên Sûriyeyê re ava bike.   Hêjayê bi bîrxistinê ye ku Sekretera Giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12'ê cotmeha 2019'an de ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve bi kemîneke plankirî hat hedefgirtin û di encamê de jiyana xwe ji dest da û bû xeleka guhertineke nû ji Sûriye yê.