Jinan li Rûsyayê li dijî tecrîdê daxuyanî dan 2020-10-01 11:36:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd ên li bajarê Saratovê yê Rûsyayê bi daxuyaniyekê polîtîkayên şêr ên dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kirin ku jinên kurd wê bi têkoşîna xwe, van polîtîkayên şer têk bibin.   Ji 12'yê Îlonê dema ragihandina pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' li her devera ku kurd lê ne çalakî tên lidarxistin. Yek ji wan herêman jî Federasyona Rûsyayê ye. Li navçeya Yerşov a bajarê Saratovê, jinên kurd li gundê Çîstiî Plyosê li hev kom bûn û polîtîkayên şer ên dewleta tirk şermezar kirin.   Jinan xwestin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê bidawîkirin. Li ser navê Meclîsa Jinên Kurd a Yerşovê Gule Yûsûbova û Guzel Yûsûbova axivîn û gotin: "Dewleta Tirk di armancên xwe yên qirkeriyê de wê tu carî bi ser nekeve û jinên kurd wê bi têkoşîna xwe polîtîkaya tunekirinê ya dewleta Tirk têk bibin. Em ê têkoşîna xwe dê bênavber bidomînin û li her çar aliyê Kurdistanê jî li ber xwe bidin. Bêdengiya Rûsyayê û raya giştî ya cîhanê ya li pêşberî van êrişan, cihê şermê ye û em bang li her kesî dikin ku li ber êrişên dewleta Tirk rabin."