‘Komîn yekîtiya civakê û bingeha avakirina wê ye’ 2020-10-01 09:07:43   Lîlav Elî   ŞEHBA - Hevseroka Komînan a gundê Maratê yê Kantona Şehbayê Sara Hebeş a ji Herêma Efrînê li ser girîngiya bingehgirtina komînê ya di civakê de wiha got: "Komîn jiyana komînal, yekbûyin, hevbeşî, çareserî û mala duyem a gel e. Pêwist e her kes berê xwe bide komînan û pirsgirêkên xwe li wir çareser bike. Komîn yekîtiya civakê û bingeha avakirina wê ye."   Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ji bo bi rêvebirina civakê komîn hatin avakirin. Di komînan de jin û mêr cihê xwe bi awayekî hevbeş tê de digirin. Komîn bingeha hemû qadên jiyanê ye, her wiha mîna mala duyem a gel tê pênasekirin. Hevseroka Komînan a gundê Maratê yê Kantona Şehbayê Sara Hebeş a ji Herêma Efrînê li ser girîngiya bingehgirtina komînê ya di civakê de nêrîna xwe ji me re parve kir.   'Komîn ji gel re cihê çareseriyê ye'   Sarayê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên xwe yên beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û wiha got: "Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi serweriya Rêjîma BAAS’ê re me bi rengekî veşartî xebatên xwe didan meşandin. Bi çirûska Rojavayê Kurdistanê re gel hewcedarî avakirina komînan bûn. Her wiha esasa komînan ji civak û jiyana komînal  tê. Ji bo vê yekê jî avakirina komînan ji gel re bû cihê çareseriyê."   'Komîn bû mala min a duyem'   Sarayê di dewamiya axaftina xwe de da zanîn ku bi armanca vegerandina jiyana komînal û pêkanîna daxwazên gel cihê xwe di komînê de girt û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Yekemîn car dema ku komîn li gundê me yê li Herêma Efrînê ava bû, min cihê xwe di hevserokatiya komînê de girt. Ji ber ku komîn yekîtiya civakê û bingeha avakirina wê ye. Piştî koçberiya me ya ji Efrînê û bicihbûna li Kantona Şehbayê, min xebata xwe ya di komînê de carek din li komîna gundê Maratê ya Kantona Şehbayê dewam kir. Komîn bû mala min a duyem."   'Xebata di nava komînê de serkeftin e'   Sarayê destnîşan kir ku xebata wê ya di nava komînê de hestên wê yê serkeftinê zindî dike û wiha  bi dawî kir: "Komîn bingeha avakirina kes, civak û jiyanê ye. Her wiha ji ber ku rêxistinkirin ji komînan de dest pê dike, bi xwe re jî kesayetên rast ava dike. Xebata min a di nava komînê de yên rêxistinkirina jinan û pêkanîna daxwazên gel hestên serkeftinê bi min re mezin dike. Mirovê armanca wî azadî û serkeftin be divê bi çavekî mezin li komîna xwe mêze bike û cihê xwe tê de bigire. Komîn jiyana komînal, yekbûyin, hevbeşî û çareserî ye, loma xebata di komînê de pêşengtiya ji bo avakirina civakeke demokratîk e."