Hejmara jinên ji ber tundiyê serî li TJA'yê û HDP'ê didin zêde bû! 2020-10-01 09:04:50   Medya Uren   ÊLİH - Piştî piştgiriya HDP’ê û TJA’yê ji bo Îpek Er a ku çawîşê pispor Musa Orhan bû sedema mirina wê, jinên Êlihê ji piştevaniyê hêz girtin û dema tundî li wan tê kirin herî zêde serî li van saziyan didin. Aktîvîsta TJA’yê û hevseroka HDP’ê ya navçeya navendî ya Êlihê Gurbet Dogan diyar kir ku di nava hefteyekê de herî kêm 3 serlêdan tên kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di hemû buyerên tundî û tecawuzê de li gel jinan cih digirin, di bûyera Îpek Er a ku çawîşê pispor Musa Orhan tecawizî wê kir û bû sedema mirina wê de jî bertekên xurt nîşan dan û çalekiyên mezin li darxistibûn. Jinên Êlihê ku piştî vê xwedîlêderketinê ji HDP’ê û TJA’yê, hêz girtin dema tundî li wan tê kirin herî zêde serî li van saziyan didin. Di derbarê mijarê de aktîvîsta TJA’yê û  hevseroka HDP'ê ya navçeya navendî a Êlihê Gurbet Dogan axivî.    ‘Îqtidarê rê li ber nexweşiya civakî vekir’    Gurbetê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tundiya li jinê û wiha got: “Wekî TJA û HDP'ê li hemberî  tundiyê sekna me diyar e. Me li ser vê bingehê partiya xwe ava kir. Îqtidara ku vê yekê dizane hertim ji vî alî ve dixwaze me têk bibe. Çavê wan êdî tarî bûne. Ji ber vê polîtîkaya şerê taybet a li hemberî me tundî , tecawuz û pirsgirêkên civakî roj bi roj zêde dibin. Dema em çavê xwe vedikin em dibêjin ka wê îro kê qetil bikin, kê birevînin yan jî tecawizî kê bikin. Ji bo civak van tiştan nejî  em hewl didin û di wexteke ku pêdivî bi xweparastinê hebû me helwesta xwe derxist pêş. Em dibêjin jina azad, civaka azad e.”   ‘Êdî jin ji me hêzê digirin’   Gurbetê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî buyera Îpek Er hejmara jinên ku tundî li wan tê kirin û serî li wan didin zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê jî gelek jinên ku tundî li wan dihat kirin serî li partiya me didan. Lê di van demên dawîn de serlêdan zêdetir bûne. Ev jî ji ber ku jin êdî dizanin çiqas serî li qereqol an jî li polîsan bidin bê fêde ye û ji ber vê jî tên serî li partiya me didin. Gelek jin weke Îpek Er çune qereqolê û paşve hatine vegerandin. Îro jî ji bo em xwedî li doza wan derkevin serî li partiya me didin. Zêdebûna tundiya tê kirin me xemgîn dike. Lê jinên ku hêzê ji me digirin jî me kêfxweş dikin. Heta ku ji destê me bê em ê piştgiriyê bidin jinan.”   ‘Xwestin têkiliya me bi jinan û gel re qut bikin’   Gurbet wiha gotina xwe da berdewam kir: “Beriya niha jî gelek jinan serlêdan kiribûn û em bi wan re di nava têkiliyê de bûn. Bi hinceteke vala bi ser avahiya me de girtin,  hemû navnîşan û numareyên telefonê yên têkiliyê desteser kirin. Vê jî nîşanî me da ku dixwazin têkiliya me bi gel û jinan re qut bikin.  Em dizanin gelek jinên mexdur li benda agahiya menin. Bi qasî ji me were em xwe digihînin wan lê gelek caran pêkan nîne. Tiştên ku em bikarin xwe bigihînin wan hemû birin e. Hêvîdarim ku ji vir ji peyama me bigihe cîh.”   ‘Min bi dehan caran serî li qereqolê da’   Aygul  E. (45) ku ji aliyê mêrê pê re hatiye zewicandin ve tundiyê dibîne jî beriya 3 mehan serî li HDP’ê dabû. Aygul di axaftina xwe de wiha dibêje: “Ev 31 sale ez zewicî me. 6 zarokên min hene. Ev 8 sal e jî hevjîna min weke biyaniya ye. Tenê ji bo pere ji min bistîne tê malê. Dema tê jî hata li min nexe naçe. Wekî ku lêxistina li min dike nebes be li zarokan jî dixe. Ji ber êv helwesta wî zarokên min mal terikandine. Bar û xema hemûyan jî ketiye ser milên min. Bi hêviya ku ji derdê min re bibin çare min bi dehan caran serî li qereqolê da. Bawerim li benda kuştina min dimînin. Bi dehan caran li hemberî vê tundiyê bêdeng man. Ji ber wê min serî li HDP'ê da . Ev demek dirêje. Di serî de gelek bi min re eleqeder bûn. Lê têkiliya me bi carekê re qut bû.”   Aygul. E jî yek ji wan jinan e ku piştî serdegirtinê têkiliya wê û partiya HDP’ê hatiye qutkirin e.   E. E. jî yek ji kesên ku di demek nêz de serî li partiyê dayî ye.  Eevîn. E ji demek dirêje ji mêrê ku pêre hatiye zewicandin ji ber tundiya lê tê kirin dixwaze veqete. Lê ji ber ku mêr erê nake ev daxawza wê pêk nayê. Evîn.E.  Ji bo ku xwe ji tundiya mêrê pêre hatiye zewicandin rizgar bike herî dawî serî li TJA'yê dide.